Dibistana Ferzad Kemanger hat mohrkirin 2016-10-09 18:25:49 AMED (DÎHA) – Dibistana Ferzad Kemanger a ku li Amedê bi kurdî perwerdehiyê dide, li ser biryara Walîtiya Amedê hat mohrkirin. Li Rezana Amedê, Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku bi kurdî perwerdehiyê dide zarokên temenê wan di navbera 5-11 salî de hat mohrkirin. Mufetîşên ku roja çarşemê hatibûn dibistanê û dest bi lêkolînê kiribûn raporek amadekiribûn. Di raporê de wiha hat îdiakirin: “Li dijî mewzûat û rêziknameya Perewerdehiya Mîlî perwerdehî tê dayîn.” Li ser vê raporê Muduriyeta Perwerdehiya Mîlî ya Amedê, bi daxwaza dibistan bê mohrkirin serî lê Walîtiya Amedê da. Walîtî jî biryara girtina dibistanê da. Ji ber roja yekşemê tu kes li dibistanê tune bûn, polîs bi wesayîtên zirxî hatin dibistanê deriyê dibistanê mohrkirin. Dibistana Seretayî ya Ferzad kemanger di sala 2013’an de hatibû vekirin. Di pola duyemîn de 50, di ya yekemîn de 60 û di ya 3’yemîn de jî 63 xwendekarên dibistanê hene. Her wiha li dibistanê 18 mamoste jî dixebitin. (red)