Xebatkarên Van TV û Dogu Radyo 10 roj in nobetê digirin 2016-10-09 16:30:34 WAN (DÎHA) - Xebatkarên Van TV û Dogu Radyo yên KHK'e weşana wan qut kir, 10 rojin nobetê digirin û di çalakiyê dene. Îktîdara AKP'ê bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de (KHK) weşanên 23 qanalên televîzyon û radyo girtin. Piştî qanala Van TV û Dogu Radyo hat girtin, xebatkarên Van TV û Dogu Radyo 10 rojin li ber avahiya televîzyon û radyo çalakiyê pêk tînin. Xebatkarên televizyon û radyo li ber avahiya saziyê ya li taxa Suphanê ya Artemêtê çalakiya xwe berdewam dikin. Saziyên sivîl ên civakî jî nobedaran ziyaret dikin û piştgiriyê didin wan. Serokê Daireya Ragihandinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Oner Yigit, xebatkarên radyo û televîzyonê ziyaret kir û piştgirî da wan. Xebatkarên radyo û televîzyonê jî anîn ziman ku ew dê heta dawî mafê xwe biparêzin. (mae)