Ji Yildirim derbarê êrîşê de daxuyanî 2016-10-09 15:34:59 STENBOL (DÎHA) - Serokwezîr Bînalî Yildirim derbarê êrîşa Şemzînanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşê de 10 leşker mirîne û 8 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Serokwezîr Bînalî Yildirim derbarê bîlançoya êrîşa bombeyî ya li hemberî Qereqola Durê ya Şemzînana Colemêrgê de daxuyaniyek da. Yildirim ku Stenbolê axivî da zanîn ku di êrîşê de 10 leşker mirine, 8 welatiyan jiyan xwe ji dest dane û di êrîşê de 5 ton teqemenî hatiye bikaranîn. Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu jî di daxuyaniya dayînde wiha got: "Êşa ku her roj bi hatine cenazeyan tê jiyîn, agirê bi mala malbatên me dikeve, barê kesên di meqama îcrayê de ne girantir dike. Divê kesên di rêveberiyê de gilî nekin û bizanibin ku di meqamên çareseriyê de ne." (mb)