HPG'ê derbarê encamên êrîşê de daxuyaniyek da 2016-10-09 15:25:45 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - HPG'ê êrîşa li hemberî qereqola li Şemizînanê girt ser xwe û da zanîn ku di dema êrîşê de ji 50 zêdetir leşker li qereqolê bûn û di êrîşê de herî kêm 32 leşker hatine kuştin. HPG'ê derbarê êrîşa bombeyî ya li hemberî qereqola Durêyê ya li Şemzînana Colemêrgê de daxuyaniyek da. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) di daxuyaniya ji aliyê Navenda Ragihandina HPG'ê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin ku êrîş ji aliê gerîlayekê ve hatiye pêkanîn û ev tişt ragihandin: "Di dema êrîşê de li qereqolê ji 50 zêdetir lelşker hebûn. Di êrîşê de herî kêm 32 leşker hatine kuştin." (mb)