Komplo li Cizîr û Dêrgulê hat şermezarkirin 2016-10-09 14:41:19 ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê û bajaroka Dêrgulê komploya 9'ê cotmehê bi daxuyaniyan hat şermezarkirin. Li navçeya Cizîrê û bajaroka Dêrgulê yên Şirnex bi boneya protestokirina komploya navneteweyî ya 9'ê cotmehê li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî hatin dayîn. Parlamentera HDP'ê ya Şirnex Aycan Îrmez di daxuyaniya li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê li avahiya HDP'ê hatî dayîn axivî û got ku komplo bi berxwedana gelê kurd vale hat derxistin. 'Bila herkes baş bizane ku gelê kurd tu carî komlo nasnekiriye û wê nas neke jî' Îrmez destnîşan kir ku êrîşên li dijî bajarên berxwedanê şêweyek yê berdewama komployê ye û wiha dawî da axaftina xwe: "Armanc astengkirina destkeftiyên kurdan e. Lê bila baş were zanîn ku gelê kurd tu cara ev komployê nasnekiriye û ji bo komplo vale were derxistin wê têkoşîn bikin. Îro komplo bi awayek herî dij hiquqî û bê exlaqî li ser kurdan tê berdewam kirin. Li rexa vê wê hertim berxwedan û têkoşîna gelê kurd a ji bo vale derxistina komployê jî berdewam bike." Li navçeya Cizîra Şirnexê rêxistinên HDP û DBP'ê qomploya 9 Cotmehê bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kir. Daxuyaniya avahiya HDP'ê de hatî kirin Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kunur, Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu û gelek welatî amade bûn. Di daxuyaniyê de Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr û Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu axaftin. 'Jiyana hevpar bê Ocalan nabe' Parlamenter Ferhat Encu da zanîn ku komploya di şexsê Ocalan de hatî kirin li hember hemû gelê kurd hatiye kirin û wiha axivî: "Komploya hatî kirin li hemberî fikr û ramanê Ocalan hatiye kirine. Lê fikr û ramanê Ocalan bi komployan nayê darizandin. Ji bo ku aramiyek bikeve nava welat divê fikr û ramanê Ocalan dewlet esas bigire." Encû destnîşan kir ku peyama ku Ocalan 5 îlona 2016' de dayî her tiştî zelal dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dewlet û AKP'e bi israr in ku peyama Ocalan dayî fêm nekin. Lê bila bizanin ku jiyana hevpar bê Ocalan nabe." (kom/no)