Deriyên kargehan nehatin vekirin 2016-10-09 13:10:18 COLEMÊRG (DÎHA) – Li navçya Geverê ji bo 4 kesên duh hatin qetilkirin temamiya esnafan dikanên xwe venekirin. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî duh di encama gulebarana maşîneyê zirxî eğ 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 2 welatî birîndar bûn rewşa şîngirtinê li bajêr heye. Esnafên Geverê jî ji bo protestokirina komkujiyê darabeyên dikanên xwe venekirin. Ji bilî firin û dermanfiroşan tu cih nehat vekirin û gelek noxte ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin. (gka-bo)