Hezaran cenazeyê 4 kesan defin kir 2016-10-09 13:09:53 COLEMÊRG (DÎHA) – Cenazeyê 4 welatiyên ji aliyê polîsan ve li Geverê hatin qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşma “Şehid namirin” hatin definkirin. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê 4 welatî duh di gulebaran maşîneya zirxî de hatin qetilkirin. Cenazeyê 4 kesan îro bi beşdariya hezaran kesan hatin definkirin. Malbatan cenazeyên Serhat Buldan, Aydin Tumen û Nejdet Îşyozu yê hatin qetikirin piştî otopsiyê ji morga nexweşxaneyê wergirtin û meşiyan Şehîdgeha Bajêrgehê. Cenazeyê Rahmî Sefali jî birin gundê Şahê ya 25 kilometre dûrî Geverê. Welatî û xizmên kesên hatin qetilkirin serê sibê ber morga nexweşxaneya Geverê kom bûn û demek dirêj hêsir barandin. Welatiyan cenazeyên Tumen, Buldan û Îşyozu yên hatin qetilkirin ji aliyê konvoyek sedan wesayîtan pêk dihat heya ketina Şehîdgeha Bajêrgeh birin û piştre li ser milan heya goristanê birin. Di merasîmê de ligel hezaran welatiyên navçeyê û gundên wê, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Pervin Buldan, parlementerên HDP’ê yên Colemêrgê, Parlementera HDP’ê yê Wanê Adem Geverî û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê amade bûn. Wextê merasîmê gelek kuçe û kolan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin dorpêçkirin û tevgera Dronan pêk hat. Bi dirûşma “Şehîd namirin” defin kirin Di merasîma ku jinan cilên reş li xwe kirin welatiyan hêsir barandin û hin xizmên welatiyên hatin qetilkirin xeriqîn. Piştî nimêja cenazeyê her 3 welatî jî li cem hev hatin definkirin. Di merasîmê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi sirûda Çerxa Şoreşê deqîqeyek rêz hat girtin. Dîsa hezaran kesan bi yek dengî dirûşma “Şehîd namirin” û “Dewleta kujer dê hesap bide” berz kirin. Cenazeyê welatiyê Rahmî Sefali jî di ketina gundê Şahê ji aliyê sedan welatiyan bi dirûşma “Şehid namirin” hat pêşwazîkirin. Piştî vecîbeyên olî cenaze di nav hêsirên dayikan de hat definkirin. ‘Dê ji AKP’ê hesap bê birsîn” Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê di merasîma definkirina 3 welaityan de axivî û diyar kir ku ew li cihê biçin daweta kesên hatin qetilkirin hatine ser gorên wan. Irmak destnîşan kir ku ew kesên fermana vê dane û şîrîkê wan AKP’ê dê helbet hesap bide. Buldan: Gelê Geverê li dijî zilmê serî netewand Piştre parlementer Buldan da zanîn ku hêrsa wan mezin e û komkujiya duh pêk hat berdewama komkujiyên berê pêk hatibûn ye. Buldan destnîşan kir ku gelê Geverê tu carî serî li hember zilmê netewandî ye û wiha axivî: “Dema çûn ba xwedê bila jê re re bibêjin ku em carna yek carna jî komî tên cem te. Bila behsa komkujiyên Kurdistanê jî bikin Belkî xwedê dersa van kujer û kafiran bide. Dê helbet hesabê vê komkujiyê ji van bê pirsîn.” Parlementre Zeydan jî di merasîma Sefali de axivî û wiha got: “Di berxwedana rêveberiya cewherî ya Geverê de fermandarên vê fermanê dan ji ber lepirsîna FETO’yê hatin girtin. Şîrêkê van jî qaymaqamê Geverê ye. Bila demildest ji peywirê bê girtin.” Herî dawîn bavê Serhat Buldan ê 16 salî ku hat qetilkirin Hasan Buldan ev tişt anîn ziman: “Serhat hêj biçûk bû hat qetilkirin. Serhat ne tenê şehîdê me şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye” Girse piştî merasimê derbasî mala şinê ya li taxa Yenî bû. (gka/mae)