Dayik girtin zarokên şîrmij birçî hiştin 2016-10-09 11:04:19 MELTEM OKTAY/ DEVRAN TOPTAŞ AMED (DÎHA) - Mamosteyên xwişkên hev Fatma Gulçiçek Ari û Adile Gulçiçek Ekîcî hatin girtin û di heman kawîşê de tên girtin. Zarokên mamosteyan ê 5 salî Agît û ya 18 mehî Şerman li derve man. Zarokên ku dayikên wan hatin girtin derûniya wan xera bû û dest bi hebên dijdepreson kirin. Li Amedê di 1'ê Cotmehê de polisan bi ser gelek malên mamosteyan de girt û 17 mamosteyên Egîtîm Senê binçav kirin. Endama Egîtîm Senê Fatma Gulçiçek Ari bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Li pey wê zaroka wê ya 18 mehî Şerman Rodî Arî li derve ma. Piştî Fatma Gulçîçek hat girtin Şerman Arî ji şîrê dayika xwe bê par ma. Hefteyek berê jî xwişka Fatma Gulçîçek Adile Gulçîçek Ekîcî hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Piştî girtina Fatma û Adîle zarokên wan Şerman û Egît yên şîrmij ji şîrê dayikên xwe bêpar hatin hiştin û birçî man. Derûniya zarokan xera bû Piştî dayikên zarokan hatin girtin, zarok derûniya wan xera bû û malbat neçar man ku hebên dijdeprason bide wan. Hevsere Fatma Gulçiçek Ari Abdullah Ari, diyar kir ku polîsan serê sibê bi ser mala wan de girt û hevsera wî binçavkirin û wiha got: "Piştî lêgerîna malê hevsera min binçavkirin û piştî 5 rojan girtin. Dema hevsera min binçav kirin min zaroka xwe ya 18 mehî Şerman ji bo mijandina şîr dibir miduriyeta polîsan. Dibe ku keça min wate nede vê yekê. Lê zêde ketiye bin bandora wê. Ji ber ku dayika wê hatiye binçavkirin û girtin derûniya wê xera bûye. Piştî dayika Şerman hat girtin her roj dayika xwe dixwaze. Her roj digirî. Êdî di tevgera wê de guhertin çêbûye û tevgera wê xera bûye. Fatma Gulçiçek Ari Endama Egîtîm Senê Fadime Gulçiçek jî diyar kir ku berê li xwarziyek xwe dinerî, pê piştî xwişka wê ya din jî hat girtin niha li zaroka xwişka xwe ya din jî dinere. Fadime anî ziman ku xwişkên wê Fatma Adîle hatin girtin û zarokên wan ên şîrmij li derve mane û ji ber dayikên wan hatine girtin derûniya wan xera bûye. Fadîme anî ziman ku li kawîşa girtîgehê ya 8 kesan 17 kes tên girtin û hem dayikên zarokan rastî neheqiyê tên û hem zarokên wan ji dayikên xwe dûr derûniya wan xera dibe û hebên antî deprason bikar tîne. (mae)