Ji bo Şirnexê dest bi greva birçîbûnê dikin 2016-10-09 10:12:46 ŞIRNEX (DÎHA) - Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ji bo qedexeya ku ji 14'ê Adarê heta niha li Şirnexê didome bê rakirin sibehê dest bi greva birçibûnê ya bêdem û dorveger dikin. Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi nameya ji ajansa me DÎHA'yê re şandîn diyar kirin ku ew ê di 10'ê cotmehê de ji bo qedexeya ku di 14'ê Adarê de li Şirnexê hat îlankirin û ji 3'yê hezîranê heta niha jî ligel daxuyaniya "operasyon bi dawî bûye" didome bê rakirin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dikin. Girtiyan di nameyê de bal kişandin ser êrîşên li hember xwerêveberiyan û ev tişt anîn ziman: "Gelê me yê Şirnexê bi îlankirina xwerêveberiyan xwest xwe bi xwe rêve bibe û dewleta tirk bi hezaran leşkeran li hember vê daxwaza gel êrîş dan destpêkirin. Di encama van êrîşan de bi sedan welatî hatin qetilkirin û bi hezaran avahiyên gelê me hatin hilweşandin û şewitandin." Girtiyan diyar kir ku hatina zivistanê re şert û mercên jiyanê yên gel zortir dibin û wiha berdewam kir: "Qedexeya derketina derve hêj berdewam dike û bi vê yekê bi dehezaran gelê me mexdûr dibe. Bi hatina zivistanê re jî gelê me mehkûmî jiyanek zortir dikin. Lê gel vê jî gelê me li hember van zordariyan li ber xwe dide." Girtiyan destnîşan kirin ku bi îlankirina OHAL'ê re zextên li ser wan girantir bûne û wiha domand: "Bi îlankirina OHAL'ê re êrîş, tecrîd û binpêkirina mafan gihiştiye asta herî jor. Ji ber van êrîşan û pirsgirêkên tenduristiyê yên ku nayên çareserkirin 2 zarokan Cegerxwîn Akdenîz û Seyîd Riza Şaran ev yek protesto kirin. Di encama protestoyê de ku odeya lê diman dabûn ber agir herdu zarokan jiyana xwe ji dest da." Girtiyan di berdewam nameyê de anîn ziman ku ew bi hemû ruhê xwe li cem gelê Şirnexê ne û wiha pêde çû: "Em pêkanînên li ser gelê Şirnexê şermezar dikin. Her wiha em didin diyarkirin ku heya qedexeya li ser Şirnex neyê rakirin em dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem û dorgever dikin." Girtiyan her dawî bang li hemû gelê kurd kir ku ew ji bo gelê Şirnexê bikevin nava çalakiyan û gelê Şirnexê bi tenê nehêlin. (kom/no/sa)