Li Şirnexê qedexe jî xirakirin jî didome 2016-10-09 09:15:21 ŞIRNEX (DÎHA) - Ligel gotina "operasyon bi dawî bû" jî li Şirnexê 7 meh in qedexe berdewam dike, piştî çekên giran niha jî bi makîneyên kar avahî tên hilweşandin, malên ku zirar nedîtine nemaye. Li Şirnexê qexedeya derketina kolana ku di 14'ê Adarê de dest pê kir û bajar hat xirakirin 7 meh li pey xwe hişt. Di encama êrîşên bi tank, top û obusan ve hat kirin de gelek taxan malên ku zirar nedîtin neman. Di 3'yê hezîranê de ligel daxuyaniya "operasyon bi dawî bû" jî bi mehan e li taxan be navber mal tên xirakirin. Li taxên Dîcle, Cumhuriyet, Bahçelîevler û Îsmetpaşayê 11 makîneyên kar avahiyan hildiweşînin. Li Yenîmahalle ya ku hilweşandin zêde ye mal û kargehên ku nehatine xirakirin wekî ku nemane. Li vî vî taxê 5 makîneyên kar malan xira dikin. Welatiyê ku li hemberî hilweşandinê nobetê digire bang li şirnexiyên ku ji ber êrîşan mecbûr man koç bikin banga "vegerin" kir. Welatiyan wiha gotin: "Em ê desturê nedin malên xwe yên bi salan bi keda xwe çêkir bên hilweşandin. Bila welatiyên me yên ku koç kirine vegerin bajar û li dijî xirakirinê bisekinin. Em ê malên xwe yên ku hatine hilweşandin bixwe çêkin." (sa)