Divê li hemberî grîpê extiyar û zarok hay ji xwe hebin 2016-10-09 09:10:10 EDENE (DÎHA) – Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Bijîşk Yaşar Ulutaş diyar kir ku, di guherîna demsalan de herî zêde extiyar û zarokên ku muqawematiya wan lawaz e rastî grîpê tên û tamandina grîpê pêşniyar kir. Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Yaşar Ulutaş got, di demên dawî de li Edeneyê ji ber guherîna demsalan weqayên enfeksîyona grîbal zêde dibin û anî ziman ku, guherîna tînê ya ku xwe dide der herî zêde bandorê li extiyar û zarokan dike û got, ji ber vê zarok û extiyar zûtir rastî enfeksiyona grîbal tên. 'Bila bi awayekî zêde tiştên avî bên mezaxtin’ Ulutaş anî ziman ku, nexweşînên grîpî herî zêde di payîz û biharê de xwe didin der û got sedema vê jî, girêdayî cudatiya tîna muqawematiya mirova ye. Ulutaş wiha axivî: “A rast a ku mirovan nexweş dike ne hewa ye, ji ber lawazbûna muqawematiya mirova ye. Bi taybetî em ji bo nexweşên xwe û welatiyan bi awayekî zêde mezaxtina tiştên avî, bila xwe necemidînin, bi şev miqateyî xwe bin û cudatiyên tînê heta ji dest wan tê daxînin pêşniyar dikin.” 'Bila zarok û extiyar tamana grîpê bikin’ Ulutaş got, divê teqez extiyarên ku temenê wan di ser 65’an re û zarok taman (aşi) grîpê bikin û dest nîşan kir ku, ji ber pergala îmmuna (baxişiklik) van mirovan lawaz e dema rastî enfeksîyona grîbal tên, ev enfeksiyon carinan dibe sedema mirinê jî. Ûlûtaş wiha axivî: “Ji ber vê, em ji bo komên dezavantajî; yên di ser 65’an re, yên diyabeta wan heye, yên qoaha wan heye, yên astima wan heye, yên nexweşîna wan î gurçikan a kronîk heye bi taybetî her sal pêşniyar dikin ku tamana aşitiyê bikin.” (red)