Rênas Jiyan: Bi zilmê pêşî li azadiyê nayê girtin 2016-10-09 09:06:51 AMED (DÎHA) - Nivîskar û helbestvan Rênas Jiyan ê ku hat binçavkirin û pişt re serbest hat berdan aşkere kir ku, bi hinceta ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’ hatiye binçavkirin û anî ziman ku dê bi zilmê pêşî li azadiyê neyê girtin. Nivîskar û helbestvanê kurd Rênas Jiyan di 1’ê Cotmehê de ji aliyê polîsan ve di serdegirtina mala xwe ya li Amedê de hatibû binçavkirin û piştî 5 rojan bi biryara qedexeya derketina derveyî welat serbest hat berdan. Jiyan têkildarî pêvajoya binçavkirinê ji DÎHA'yê re axivî. Jiyan aşkere kir ku bi hinceta "Propagandaya rêxistinê kiriye" hatibû binçavkirin û wiha got: “Bi zilmê pêşî li azadiyê nayê girtin.” ‘Pirtûkên min belawela kirin’ Jiyan dest nîşan kir ku, di serdegirtina malê de gelek wesayitên zirxî û polîsan dora mala wî dorpêç kiriye û ew binçavkirine. Jiyan anî ziman ku, hin polîsên ku bi ser malê de girtine pirtukên wî yên li malê belawela kirine û wiha axivî: “Polîsan got, ‘Di xebatên we de propagandaya rêxistina terorê heye’ û bi vê yekê ez binçav kirim. Ji aliyê fîzîkî ve tu êrîş pêk nehatin, lê cihê ku em lê girtin gelekî ne xweş bû. Ji xewê heta pêdîviyên serekê gelek tişt baş nedihatin dîtin." ‘Nezaret bi giştî tije mirov bûn’ Jiyan anî ziman ku, li cihê polîsan ew di bin çavan de girtibûn de gelek kes di bin çavan de hebûn û nezaretxane ji mirovan xalî nedibûn. Jiyan aşkere kir ku, bê ku tu hincet bê nîşandan hevdîtina wî bi parêzeran re hatiye astengkirin û wiha domand: “5 rojan ez di bin çavan de mam û hevdîtin bi parêzeran re nehat kirin. Tenê piştî ku ez serbest mam, min bihist ku her roj li malbata min geriyane û têkîldarî binçavkirina min ew agahdar kirine. Ji deqeya ewil heta dawî ji min re behsa sûcê hatiye îthafkirin nehat gotin.” ‘Bi zilmê encam nayê girtin’ Jiyan diyar kir ku, polîsan hemû xebat û berhemên wî wekî sûc dîtine û wiha domand: “Zilm ne tiştekî baş e û bi zilmê ne encam tê girtin ne jî pêşî li azadiyê tê girtin. Ger zilm wisa be, dê azadî bi ser bikeve. Ez hatim binçavkirin û piştî 5 rojan bi şerta derneketina derveyî Tirkiyeyê serbest hatim berdan. Ev yek nîşan dide ku zilm li min hatiye kirin. Divê di serî de giştiya dewletan û hemû mirov li hemberî azadiya mirovan rêzdariyê bigirin. Desteserkirina azadiyan tu fêdeyê li kesî nake.” (dy-ua/bg/red)