Li Nisêbînê bîlançoya hilweşînê giran dibe 2016-10-09 09:02:51 MÊRDÎN (DÎHA) - Li Nisêbînê ku ligel hêjî li 6 taxan qedexeya derve berdewam dike, hilweşîna xaniyan jî didome û ger hilweşîn bê temamkirin dê 41 hezar 927 kes bê mal bimînin. Tu daxuyaniyên ku dê qedexe kengî bê rakirin ne hatine dayîn, xanî û amûrên saxlem ên welatiyan jî tên hilweşandin. Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji 14'ê Adarê were li 6 taqxan deqexeya derve û hilweşandina malan didome. Taxên Kişla, Kanika, Yenîşehîr, Dîcle, Firat, Gelhat ên ku 134 rojan bi tang, top û balefiran hatin bombebaran kirin niha jî bi kepçeyan hilweşînê didomînin. Li gorî tabloya şaredariya Nisêbînê ya 2015'an, li 6 taxan 41 hezar 927 kes dijîn û nîvî nifûsa bajare. Li gorî daneyên şaredariyê xanî, jîngeh, cihên kar û hêjmara li 6 taxan wihaye: "Taxa Kanîka; 714 avahî, 954 jîngeh, 535 cihên kar, 6 avahiyên giştî, 4 hezar 297 kes, Taxa Kişla; 752 avahî, 1362 mal, 338 cihên kar, 10 avahiyên giştî, 5 hezar 820 kes, Taxa Gelhat; hazar 400 avahî, 2060 mal, 421 cihên kar, 10 avahiyên giştî, 9 hezar 553 kes, Taxa Yenîşehîr; 1011 avahî, 1481 mal, 235 cihên kar, avahiya giştî, 8 hezar 186 kes, Taxa Firatê: hezar 39 avahî , hezar 448 mal, 216 cihên kar, 7 avahiyên giştî, 8 hezar 357 kes, Taxa Dîcle; 646 avahî, hezar û 6 mal, 263 cihên kar û 5 hazar 714 kes." Bêyî ku berê xwe bidin ziyana Piştî 134 rojan li 9 taxa qedexe hat rakirin û li taxên ku qedexe berdewa dike jî bi kepçeyan dest bi xirakirinê hat kirin. Bi hilweşandinê re bi taybet Taxa Kanîka ya li ser sînorê Rojava ye bi temamî hat hilweşandin û 5 hezar 820 kes bê mal man. Li taxên Gelhat û Firat jî hefteya borî dest bi hilweşandinê hat kirin û hat diyar kirin ku rayedaran ji keyayên taxan re gotine ku bêyî berê xwe bikin ziyana malan dê avahiyên li taxan hemû bên hilweşandin. Welatiyên ku vegeriyane û ligel xizmên xwe û di kîrayan de dimînin, dixwazin ku qedexeya li taxan û bajarên din bên rakirin. Dema li şert û mercên zivistanê tê temaşekirin dê 40 hezar welatî zivistanê li berderî derbas bikin. Welatiyên ku didema qedexe dest pêk kir ji ber êrîşan bêyî ku amûrên xwe ji malan derxînin reviyan, bi destûra ku ji midûryetê girtin ketin taxan û hewl didin amûrên xwe yên dibin hilweşînan de rizgar bikin. Gelek malbat jî diyar dikin ku ligel malên wan hatine şewitandin jî hêzên dewletê amûrên wan dane ber agir. Hat diyarkirin ku bi taybet malên malbatên welatparêz û endamên YPS'ê hatine şewitandin. (kom/mb)