Li Nisêbînê 3, li Şirnexê 2 cenaze hatin derxistin 2016-10-08 19:25:48 MÊRDÎN/ŞIRNEX (DÎHA) – Li Nisêbînê ji Taxa Dîcleyê ya bi têlên rêsayî hatiye dorpêçkirin 3 cenaze, li Şirnexa ku qedexe û rûxandin lê didome jî 2 cenaze hatin derxistin. Li Nisêbîna Mêrdînê ya ku hîn jî li 6 taxên wê qedexeya derketina derve lê didome 3 ceaze hatin derxistin. Cenazeyên ku ji Taxa Dîcleyê ya ku hawirdora wê bi têlên rêsayî hatiye dorpêçkirin hatin derxistin, ji bo teşhîsê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Cenazeyên ku hat diyarkirin ne di rewşa teşhîskirinê de ne, şandin Saziya Tibê ya Edlî ya Amedê. 2 cenaze hatin derxistin Navenda Şirnexê ya ku ji 14’ê adarê ve qedexeya derketina derve lê hat îlankirin û heta niha rastî êrîşên polîs û leşkeran tê, hat zanîn ku li Taxa Yeniyê 2 cenaze hatine derxistin. Li gor agahiyên bi dest ketin, li taxa ku di bin dorpêçkirina polîs û leşkeran de bi kepçeyan rûxandin lê didome, di dema rûxandinê de 2 cenaze hatine derxistin. Her wiha nehat zanîn ku, cenaze birine kuderê. (red)