Di çalakiya Tîpa F de li hemberî girtina weşanan nerazîbûn 2016-10-08 16:28:18 STENBOL (DÎHA) - Di 237'emîn a Tîpa F de li hemberî girtina televîzyon û radyoyan nerazîbûn hat nîşandan û hate gotin ku ew ê heqîqetê vebêjin. Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 237'emîn de çalakiya Tîpa F li ber Lîseya Galatasarayê li dar xist. Dİ çalakiyê de pankarta "Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" hat vekirin û dirûşmên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" "Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe" "Mirov bi mafên xwe ve mirov e" hatin berzkirin. Di çalakiya vê hefteyê de li hemberî girtina 23 televîzyon û radyonan nerazîbûn hate nîşandan. 'Êşa girtiyen nexweş çapemeniya azad parve dike' Di çalakiyê de endama ÎHD'ê Aylîn Hacaloglu axivî û wiha got: "Saziyên çapemeniya azad ên ku çalakiya Tîpa F dişopînin êşa girtiyên nexweş bi raya giştî re parve dikin, piştevanî wan ê herî xurt e." Hacaloglu anî ziman ku ew ê qîmeta rastiyan bizanibin û ji bo xwe bigihînin rastiyan serî li hemû riyên demokratîk bidin û wiha axivî: "Heta îro ligel çapemeniya alîgir a ku dengê girtiyên nexweş nebihîst, ker û lal ma, hûn dengê çapemeniya azad qut bikin jî em ê heqûqetê vebêjin." Piştî daxuyaniyê 15 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. (sa)