400 hefte ye aqûbeta windayan dipirsin 2016-10-08 15:13:44 AMED (DÎHA) - Xizmên windayan ên ku 400 hefte ye li Amed û Êlihê tên cem hev, aqûbet windayan pirsîn. Di çalakiya ku Selahattîn Demîrtaş peyam şand de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel axivî û wiha got: "Kulter 13 rojan di bin çavan de maye. Ev binçavkirin derveyî qeydê ye. Divê Tirkiye vê bibîne." Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xistên windayan bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" çalaki hefteya 400'emîn li Navenda Çandê ya Cîgerxwînê li dar xistin. ÎHD, Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD), parêzerên Baroya Amedê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, KJA, KESK, ESP Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, parlamenterên HDP'ê Dîlek Ocalan, Besîme Konca û Meral DAniş Beştaş parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, Hevsera Tahîr Elçî Turkan Elçî, Hevşaredara Bajarê Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û xizmên windayan jî di nav de bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn. Li salonê wêneyên windayan hate daliqandin û dowîzên "Em edaletê dixwazin" "Li dijî sûcên li hemebrî mirovahiyê dem borî nabe" "Parastina kujeran sûc e" hatin vekirin. Çalakiyê bi axaftina Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî ve dest pê kir. 'Dayik sibê û êvar aştiyê dixwazin' Bîlîcî anî ziman ku li Kurdistanê li dijî mirovahiyê sûc tê kirin û di van sûcan de gelek kes bûne kiryar nediyar. Bîlîcî bilêv kir ku ev pêvajo yê jî didome ûi wiha axivî: "Herî dawî Tahîr Elçî hat qetilkirin. Kiryar nehat dîtin. Dayik sibehê û êvarê aştiyê dixwazin. Xizmên xwe yên winda dixwazin. 400 hefte ye doza heqîqetê didomînin." Piştre jî endamê ÎHD'ê Muhterem Suren daxuyaniya hefteyê xwend. Suren anî ziman ku wekî parazvanên mafên mirovan dibêjin ku riya aştiya civakî li hevrûbûnê derbas dib ji bo hemû bûyerên di tariyê de mane dewlet tişta ku dikeve li ser milê wî bi cih bîne aqûbeta windayan ronî bike, kiryaran ceza bike, ev yek kêm bê jî dê dilê dayikan rehet bike. 'Heta winda neyên dîtin dê çalakî bidomîn' Sekreterê Baroya Amedê Abdullah Çağer jî wiha got: "Ne rojek, 2 roj, mehek na tam 400 hefte ye dayik windayên xwe digerin. Hûn dizanin Tahîr Elçî hat qetilkirin û kujerên wî nehatin dîtin. Heta ku eşênê malbatên windayan neyê çareserkirin dê ev çalakî bi domîn." 'Em ji siyaseta wan a qirêj natirsin' Piştre xizma windayar Nezîre Baran axivî û çîroka hevserê xwe yê di 1994'an de bi hevalekî xwe ve ji malê derket û careke din jê agahî nehat girtin pirsî. Baran destnîşan kir ku piştî hevserê wê winda bû serî li qeroqolê dane û ji wan re hatiyeg otin ku PKK'ê revandiye û wiha got: "Em dizanin ku di destê dewletê de ye. Kiryar nediyar e. Bi salan me pêkûtî û şîdet dît. Lê em ji pêkûtî, şîdet, siyaseta wan a qirêj natirsin." 'Qebûl nekirin Kulter di bin çavande ye' Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî diyar kir ku lêgerîna edaletê ya xizmên windayan a ku 400 hefte ye berdewam dike hêviyê dide wan jî û wiha axivî: "Heta ku Tirkiye bi vî rastiyê re hevrû nebe aştî nepêkan e. HEta ku birînên mirovan neyên pêçandin em nikarin qala aştî û azadiyê bikin." Tuncel anî ziman ku piştî çend mehan Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê derketiye holê ew gelek kêfxweş bûne lê tê xwestin li ser vî kampanyayekî lîncê bê meşandin. Tuncel wiha got: "Me her roj pirs kir ku gelo Kulter di bin çavan de ye yan na. Qebûl nekirin ku di bin çavande ye. 13 rojan di bin çavan de ye maye. Ev binçavkirina derveyî qeydê ye. Divê Tirkiyeyê vê bibîne." Parlamentera CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî da zanîn ku ew ji bo eşê kesên li vir parve bike hatiye vir û wiha got: "Ji sala 2009'an ve ev 400 hefetey hûn têdikoşin. Çalakiya ku hûn her hefte li dardixin wijdana civakê ye û di heman demê de şerma dewletê ye. Ger hêj dewlet ne bûye hevparê vê êşê, berovajî wê dibe sedema windahiyên nû wê demê ev şerma herî mezin a dewletê ye. Êşa herî mezin êşa windahiyane. Ez li hemberî têkoşîna we bi rêzdarî bejna xwe ditewînim." Piştre Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş, anî ziman ku ligel hemû bêmafî û bêheqiyan ew çalakiya bêîtaatiya sivîl a herî mezin pêk tînin û xwediyê vê têkoşînê xizmên windahiyanin. Delegeyê Lijneya Bilind ê ÎHD'ê û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi bûneya hefetya 400'emîn çalakiya xizmên windayan peyamek kurt şand. Demîrtaş, da zanîn ku çalakiya xizmên windayan pêk tînin dengê edaletê ye û têkoşîna malbatan ji dil pîroz kir. Piştî axaftinana xizmên windayan çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan pêk anîn. ÊLIH Li Êlihê jî Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan bi heman aramancê di hefteya 400'emîn de li ber Abîdeya Mafê Mirovan a Kolana Gulîstan hatin bahev. Parêzvanên mafê mirovan bi bûneya hefteya 400'emîn a çalakiyê de gul li xizmên windayan belavkirin. Sekreterê ÎHD'ê yê Êlihê Devran Yildiz daxuyanî da û diyar kir ku ji bo windahiyên di bin çavan ên 21 sal berê bi dawî bibin, aqûbeta windayan bê pirsîn, berpirs bên dîtin û cezakirin ji aliyê kesên ku bi zimanê aştiyê diaxivîn ev têkoşîn di sala 1995'an de wekî çalakiya bêîtaatiya sivîl hat destpêkirin û heta roja îro berdewam kiriye. Yildiz, anî ziman ku di şexsê Hurşît Kulter ku di 27'ê Gulanê de hatin binçavkirin û piştî 134 rojan akîbeta wî hat zanîn, têkoşîna xwe didomînin û wiha got: "Ji bo aqûbeta kesên hatine windakirin bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Agahiya ku Hurşît Kulter saxe û rewşa wî başe ji bo me parêzvanên mirovan gelek girîng e. Ev têkoşîn heta bigihişe armanca xwe dê bidome." Yildiz, di çalakiyê de çîroka Îhsan Kavak ê di sala 1994'yan de hat windakirin vegot û wiha got: "Kavak dema li rawestgeha Başaran Taksî bi Torosa xwe dixebitî di 24.05.1994'an de kesek tê rawestgehê û dibêje bi wesayîtê dixwaze biçe cihekî. Piştî ji rawestehê vediqete carek din nayê dîtin. Wesayîta mijara gotinê piştî 15 rojan li taxa Îprazgaz a Êlihê tê dîtin û tu agahî ji wî nayên girtin." (sa-mb)