Li dijî qeyûman dest bi greva birçîbûnê kirin 2016-10-08 14:21:30 ÎZMÎR (DÎHA) - Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrî li dijî tayînkirina qeyûman û xespkirina îradeya gel greva birçîbûna ya rojekî da destpêkirin. Rêveber û endamên HDP'ê yê Îzmîrê li dijî teyînkirina qeyûman li şaredariyên DBP'î û xespkirina îradeya gel greva birçîbûnê ya rojekî da destpêkirin. Dayikên Aştiyê jî piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê. Li salona ku grev hat destpêkirin pankarta "Qeyûm li dijî îradeya gel darbe ye, ji darbeyê re na" hat daliqandin. Tekîldarî çalakiyê Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Bayrakliyê Zeynel Bozkurt axivî û got ku ew ê qeyûmên ku hatine tayînkirin nas nakin, heta ku şaredarên hatin hilbijartin vegerin li ser karê xwe dê têkoşîna xwe bidomînin. Greva birçîbûnê dê heta êvarê bidome. (sa)