Baroya Amedê di kongreyê de Tahîr Elçî ji bîr nekirin 2016-10-08 14:15:31 AMED (DÎHA) - Baroya Amedê piştî Serokê wan Tahîr Elçî li Sûrê hat qetilkirin, ji bo Serokê xwe û rêveberiya xwe ji nûve hilbijêrin kongre pêk anîn. Baroyê di kongreyê de bal kişandin ser têkoşîna heq û hiqûqê ya Tahir Elçî û ew bibîr anîn. Baroya Amedê piştî Serokê Baroyê Tahîr Elçî li Sûrê hat qetilkirin, bi boneya serokê xwe û rêveberiya xwe ji nûve hilbijêrin li salona Navenda Çanda Cigerxwînê 45'emîn kongreya xwe pêk anîn. Kongreya ku 2 rojan bidome dest pê kir. Kongre diyarî Serokê Baroyê Tahir Elçî û Rêveberê Baroyê Prz. Onder Ungur ê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da kirin. Di destpêkê de parêzeran der barê xebatan de agahî dan. Raporên xebatan yek bi yek hatin xwendin û parvekirin. Dîsa ji bo Serokatiya Baro, Rêveberiya Baroyê Endamê Yekîtiya Baroyên Tirkiye serlêdan bê qebûlkirin. Di ketina salona Navenda Çanda Cigerxwînê de wêneyê Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) yê Emrullah Engîn Akyureklî, Elçî û Ungur hatin daliqandin. Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, Hevsera Tahir Elçî Turkan Elçî, Wekîla HDP'ê Meral Danış Bestaş û gelek parêzerên din amade bûn. Kongreyê bi rêzgirtin û hilbijartina dîwanê dest pê kir. Sekreterê Giştî ye Baroya Amedê Abdullah Çager, diyar kir ku Tahir Elçî li Kurdistanê têkoşîna edalet û aştiyê da û Emrullah Engin Akyureklî jî kedkarê vê têkoşînê bû. Çager, anî ziman ku îro li Tirkiye û cîhanê zarok tên kuştin û ew êdî cîhanek bê kuştin dixwazin. Ger ku Elçî nehata kuştin dê îro ew bi axiviya Cigirê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî anî ziman ku ger îro Tahîr Elçî hebuya dê ew li vir biaxiviya. Ozmen, da zanîn ku ger Elçî nehata kuştin dê dîsa parastina edalet, mafên mirovan û aştiyê bikiraya û wiha got: "Ew ne tenê Serokê Baroyê bû. Di heman demê de parêzerê kesên kujerê wan ne diyar û kesên di bîrên asîtê de hatin şewitandin bû. Di heman demê de parazvanêm edaletê ya ji bo malbatan bû. Barhoya Amedê ji bo kujerê Elçî ronî bike dê têkoşîna xwe her berdewam bike" Ozmen herî dawî da zanîn ku piştî 15'ê Tîrmehê û şûnde bi awayekî şênber binpêkirina mafên mirovan gelek zêde bûye û lêgerîna wan a edaletê dê berdewam bike. Heta niha 2 kesan ji bo Serokatiya Baroyê namzetiya xwe diyar kiriye û di serdema Tahil Elçî de rêveberên Baroyê kirine. Ahmet Ozmen û Mesut Beştaş wekî namzet dê têkevin hilbijartinê. Kongre dê sibê bi hilbijartina delege, rêveberî û Serokê Baroyê bidome. (mae)