Dayikên Şemiyê: Dixwazin dengê me qut bikin 2016-10-08 13:47:21 STENBOL (DÎHA) - Dayikên Şemiyê di lêgerîna edaletê ya ji bo xizmên xwe yên hatine windakirin de di hefteya 602'yemîn de kiryarên 12 kesên li Kerboranê di 1995'an de hatin windakirin bê pirsîn. Di çalakiyê de li hemberî girtina radyo û televîzyonan jî nerazîbûn hat nîşanda û wiha hat gotin: "Dixwazin dengê me qut bikin." Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ku di bin çavan de hatine windakirin an jî qetilkirin bê ronîkirin, kiryar bên darizandin cara 602'yemîn li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" hat vekirin û qurnefîl danîn ser pankartê, wêneyên xizmên xwe hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta 12 kesên ku di 29'ê Cotmeha 1995'an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di bin çavan de hatin windakirin pirsîn û daxwaza edelatê kirin. Li hemberi girtina televîzyonan nerazîbûn nîşan da Di çalakiyê de ewil kurê Huseyîn Taşkaya yê ku li Rihayê di 1993'yan de hate binçavkirin û piştre hat wihdakirin, Şerîf Taşkaya axivî û salên 90'an ê ku pin windakirin çêbû bi bîr xist. Taşkaya wiha got: "Ez li vir bang li dozgeran dikim. Mantiqa dewletê ya di kuştina zarokê 12 salî de çi ye gelo?" Taşkaya li hemberî girtina Radya Karacadag a ku wê demê qatlîam û windakirin diweşand nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Dema ku Tansu Çiller dixwast kê bikuje ew radyo hebû û îro tê girtin. ÎMC TV û Med Nûçe TV a ku dengê me radigihand hatin girtin. Dewlet gelê ku nikare tune bike asîmîledike." 'Dixwazin dengê me qut bikin' Dayika Murat Yİydiz ê tu di 1995'an de hat windakirin Hanîfe Yildiz jî got ku ji cenazeyê kedkarê Ozgur Gundemê Mehmet Akyol hatiye û li hemberî girtina radyo û televîzyonan nerazîbûna xwe wiha anî ziman: "Li ser qedexeyê qedexe, li ser şermê şerman didin jiyandin. Dİxwazin dengê me qut bikin. Çapemenî tuneye, nûçe tuneye. Ma em imrovên vî cihanê nînin. Em ne mecbûr in derewên kesekî bixwin." 'Hemû winda kurê min e jî' Piştre birayê Davut Altunkaynak ê di 1995'an de li Kerboranê hat binçavkirin û piştî 21 salan hestiyên wî hat dîtin, Kazim Altunkaynak axivî û wiha got: "Dema ku birayê min hat binçavkirin 12 salî bû. Em du tiştan dixwazin. Dîtina windayan û edalet." Dayika Davut Altunkaynak, Hayat Altunkaynak jî di nîşeya ku şand de wiha got: "Hemû winda kurê min in jî. Îro ne li wir bim jî dilê min bi we re ye." Piştre daxuyaniya hefteyê ji aliyê mirovên şemiyê Zeynep Kinali ve hat xwendin. Piştî daxuyaniya hefteyê ka hat xwestin aqûbeta 12 kesên li Kerboranê bê ronîkirin û kiryar bên darizandin çalakî bi dawî bû. (sa)