Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin 2016-10-08 13:47:06 EDENE (DÎHA) - Di serdegirtina malan a li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin. Polîsan bi ser malên li taxên Ova, Akkapi û Gulbahçe Yyên navçeya Seyhana Edeneyê de girtin. Polîsên ku tax bi wesayîtên zirxî durpêk kirin li malan lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerînan gelek kes hatin binçavkirin û kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Edeneyê. (mb)