Cenazeyê Akyol li ber Ozgur Gundema mohrkirî oxir kirin 2016-10-08 13:31:01 STENBOL (DÎHA) - Cenazeyê Rojnameger û edîtorê Ozgur Gundemê Mehmet Akyol ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da li ber avahiya Ozgur Gundemê ya mohrkirî bi merasimekê axir kirin. Rojnameger û edîtorê Ozgur Gundemê Mehmet Akyol ê di Rojnameya Sosyalist de ji ber nivîsa xwe rastî cezayê îdamê hat, du roj berê jiyana xwe ji dest da. Ji bo cenazeyê Mehmet Akyol li ber avahiya Rojnameya Ozgur Gundeme ya mohrkirî merasim hat lidarxistin. Di merasima cenaze de hevalên Akyol ên rojnameger, hevalên wî yên xebatkarên Ozgur Gundemê û gelek rojnameger amade bûn. Di merasima cenaze de ketin û derketina kolana Maçê ji aliyê polîsan ve hat girtin. 'Me hem bêriya tunebûna wî û hem bêriya hebûna wî kir' Merasima cenaze li ber avahiya Ozgur Gundemê dest pê kir. Darbesta Akyol bi ala sor hat pêçan. Rojnamegerên beşdarî merasima cenazeyê Akyol bûn bê navber siloganên "Rêheval Mehmet nemir e" berz kirin. Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê Ender Ondeş, axivî û got: "Me hem beriya hebûna wî hem jî beriya tunebûna wî kir. Ondeş, anî ziman ku gelek hempîşeyê wî di temenê zarokên wî de bûn û bi hemûyan re di nava têkiliyek gelek baş û xurt de bû. Ondeş, bal kişand ser girtina Rojnameya Ozgur Gundemê û wiha got: "Ew wê rojê ne li Rojnameyê bû. Ger ku li rojnameyê bûya dê teqez pîpoya wî li cem wî bûya. Em soza têkoşînê didin Akyol. Ger ku em li ser piyan bin, têkoşîna wî girîng e. Em bi saya têkoşîna wî li ser piyan e. Wekîlê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş jî anî ziman ku wan di salên 90'an de di nava berxwedanê de cih girtin û berxwedana wê rojê anîn îro. Ataş, anî ziman ku ew dê têkoşîna wan berdewam bikin û bilind bikin. Piştî merasimê cenazayê Akyol ber bi Mizgefta Akşemsettin a Okmeydanî bi rê kirin. Piştî merasima olî dê cenazeyê Akyol li Goristana Hasdalê bê definkirin. (mae)