Qeyûmê kedkarên çalakî pêk anîn ji kar avêtin 2016-10-08 10:07:38 WAN (DÎHA) - Qeymeqamê Qelqeliyê Serdar Karal ku wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, 6 karkerên şaredariyê ku çalakî pêk anîn ji kar avêt. Qeymeqamê Qelqeliyê Serdar Karal, di 11'ê Îlonê de wekî qeyûm tayînî Şaredariya Qelqeliyê hat kirin. Piştî wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin karker ji kar avêtin. Karkerên ku 2 rojan dest ji kar berdan û çalakî pêk anîn ji kar hatin avêtin. Qeymeqam Serdar Karal karkerên şaredariyê Îbrahim Alparslan, Erhan Eryaşar, Zubeyit Tugay û mamosteyên Qreşa Alan Kurdî yên bi navê Mizgin Deniz, Fevzi Kaya û Abdullah Umar bi sedema ku nehatine kar, ji karê şaredariyê dûr xistin. Karal di lêpirsîna karkeran de got "Ger ku ez we neşewitînim dê min bişewitînin û ji ber vê yekê neçare wan ji kar bavê" helwesta xwe anî ziman. (mae)