Destpêka dema tarî: Qatlîama 10'ê Cotmehê- DOSYA 2 2016-10-08 09:32:56 'Luksekî me yê bigirîn nîne' HAYRİ DEMİR ENQERE (DÎHA) - Seroka Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşkun bi gotina "Luksekî me yê bigirîn tuneye" bal kişand li ser pêwîstiya têkoşînê. Li ser qatlîama Enqereyê ku qatlîama herî hovane ye dîroka Tirkiyeyê ye salek derbas bû. Di nava saleke de hikûmetê ji bo berpirsyarên qatlîamê derxînin holê tiştek nekir û ji bo malbatan jî her tişt di 10.04'an de ku qatlîam pêk hat wekî ku cemidî. Dema ku her 10'ê mehê malbatên ku hatin wê derê daxwaza edelatê kirin. Malbat ji bo ku têkoşîna xwe bi awayeke rêxistinkirî bidomînin Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê ava kirin. Serokatiya komeleyê jî hevsera Uygar Coşkun ê di qatlîamê de jiyana xwe ji dest da Mehtaq Sakîncî Coşkun girt ser xwe. Coşkun têkîldarî tiştên ku daseleke de qewimî ji DÎHA'yê re vegot. * Em salekî qetlîamê li pey xwe dihêlin ev dem ji bo we çawa derbas bû? Saleke wisa kurt anîna ziman nepêkan e. Tekane tişta ku em bibêjin ew e ku em evqas newestiyabûn. Em westiyan, xemgîn bûn, dengê me jibilî kesên ku wekî me êş kişandin kesekî nebihîst. Tenê em di 10'ê cotmehê de jî neman, qatlîamên din jî derbas bûn hê jî mirov li hin deran dimirin hema ku me êşa xwe jî ji bîr kir. Lê me ev dît, daxwaza aştiyê ya 10'ê cotmehê çiqas mafdar bû, di her qatlîamê de em dibêjin xwezî ew mîtîng wê rojê pêk bihata, dengê aştiyê bilind bûba, pêvajoyekî bi vî rengî nehata jiyîn. Dema ku em van tiştan tînin ser ziman li ser 4 demsal derbas bûye. Em derbasbûna demê ji demsalan fêm dikin. Em tune bûn gelo? Na! Pêvajoyek pir xirab bû. Li aliyeke em dixwazin jiyana xwe bi domînin li aliyê din jî lêgerîna me ya edaletê heye. Heke hûn malbatên birîndaran û birîndaran bihêlin dê bi rojan bigirin lê em dizanin ku tu luksa kesekî vê yekê bike nîne. 'Em şerê dewletê yê li Sûriyeyê samîmî nabînin' * Dewlet îro di bin navê têkoşîna li DAIŞ'ê de ketiye Sûriyeyê. Heman dewlet ligel ku ev qatlîam ji aliyê DAIŞ'ê ve hate kirin jî navê wî bi kar neanî. Piştî çend meh derbas bû têkoşîna ku li dijî hucreyên li Tirkiyeyê na li derveyî Tirkiyeyê tê dayîn gelo hûm samîmî dibînin? Bêguman qatlîama ku DAIŞ'ê pêk anî ye lê ji dewletê tu kes derneket û negotya qatlîama 10'ê Cotmehê ya DAIŞ'ê ye. Tenê 3 roj şîn hatibû îlankirin. Nİha jî tiştekî nabêjin. Li aliyê din jî li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê şer hate destpêkirin. Dewletê piştî salake li dijî DAIŞ'ê şer da destpêkirin. Lê xuyaye ku qatlîama 10'ê Cotmehê wekî wehşetek nedîtiye ku wê rojê ev nekir. Qet tiştek nekir, dema ku mirov ji platforma navneteweyî dinêre qatlîama 10'ê Cotmehê ji bo Tirkiyeyê di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de derfetekî pir mezin bû. Heke ev baş bikarbianiya li gorî protokola NY'ê dikaribû şer vekira lê venekir. 'Îhmalkariya dewletê heye' * Piştî qatlîamê têkîldarî êrîşî raporên îstixbaratê derket holê. Lê heke li hundir têkoşînek bihata dayîn golo dikaribû pêşiya van qatlîaman bên girtin? Bêguman dê pêşî bihata girtin. Beriya Enqereyê Pirsûs û Amed jî hebû. Ew jî hovîtiyên mezin bûn. Ji ber ku pêvajoyên Amed û Pirsûsê baş nihatin lêkolînkirin, têkîliyên wan dernexistin holê pêşiya qatlîama Enqereyê vekir. Di vî de berpirsyariya esasî ya dewletê ye. Dema ku me got "tu dewletî kêmasiyê te heye" dewlet dê bi maxdûrbûna me ve eleqedar nebe tu gumana me nîne. Jixwe di belge û raporên ku mufetîşan amade kirine de dihat gotin ku îhmalkariya dewletê heye. * Ligel vê di nava dosyayê de navê tu karmendekî jî wekî bersûc derbas nabe. Hûn vê çawa dinirxînin? Bêhêziya dewletê ne tenê li Enqereyê çêbû, gelek qetlîamên din jî pêk hatin. Rewşek wiha ye ku li nokteyên krîtîk ên 81 bajaran pirsgirêka me ya ewlehiyê heye. Niha wekî mexdûrekî qetlîamê dikarim vana bêjim; ewlehî jî wekî nav û avê bûye îhtiyacek mezin. Di welatekî ku mafê jiyanê nayê parastin de mirov nikare behsa mafên din bike. Wê demê tu wateya parastina xwe ya 'me ewlehî pêk aniye' tuneye û em vê qebûl nakin. Ger we ewlehî bigirtina dê ev qas qetlîam pêk nehatibana. * Her wiha wekî parêzer jî hûn şopdarê dozê ne. Li Tirkiyeyê di qetlîamên wiha de biryarên bêcezakirinê tê dayîn û ev tişta ku herî zêde em dibînine. Di vê dosyayê de edalet gihişt çihê xwe yan jî dê cihê xwe bigire? Gelek şêweyên edaletê hene. Gelek malbatên ku dihizirin ku dê edalet cihê xwe bigire hene. Ger hûn pirsa ez di vî karî de li kuderê me bipirsin; Ez li vê cîhanê dihizirim ku divê edalet pêk were û ji bo vê jî em bi wijdan tişta ji destê me tê em bikin. Ger îro em bimirin jî em ê bêjin tişta ji destê me hat me pêk anî û em dixwazin bimirin. Hûn dizanin edalet çiye? Ew e ku dewlet bêjê erê raste hûn hatin qetilkirin. Bi awayekî şênber edalet eve. Tezmînata ku dide ne edalete. Yan jî tê heda dawiya em cezayê girtîgehê dide, ev ne edalete. Zaten bombeyên zindî xwe teqandin û nêrîna besûc cezayê xwe girt derdikeve pêş. Em nikarin tenê bombeyê zindî wekî sûcdar bibînin, em dizanin ew peyak bûn. * Qetlîam di dema ku bi sedhezaran kes ji bo aştiyê biqêrin kom bûn pêk hat. Li gorî we ev tê çi wateyê? Di 10'ê Cotmeha 2015'an de tişta dixwest were astengkirin daxwaza gel a bi biratî di nava hev jiyan kirin bû. Mirovên ku ne dixwestin pêvajoyê ku xwîn tê rijandin bibînin hatin qetilkirin. Divê ez bê zanîn. Ev qetlîam li hemberî demokrasî, ked û aştiyê yanî li hemberî hemû tiştên me nirx didanê pêk hat. Sedema mezinbûna vê qetlîamê; Li vir aştî qetilkirin bû. Ji ber ku wan aştî xwestin hatin qetilkirin. Ya hat qetilkirin bawerî bû * Ev bi serxistin gelo? Na ev bi sernexistin. Ev jî me keyfxweş dike. Mînaka ku wan ev yek bşsernexistiye ewe ku malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane ala ku ji wan girtine didomînin. Hûn dizanin ku 10'ê Cotmehê di heman demê de belgeya çiyê; gelek kesên ji nasname û fikrên cûda hatin qetilkirin wê demê mirovên ji hev cûda dikarin li hemv kom bibin. Ev jî dan diyarkirin. Dema em yek yek li nasnameya wan dinêrin em dibînin ku cenaze çûne 39 bajarên Tirkiyeyê, mirovên cûda yên di nava siyasetê de ne guh dane banga aştiyê û di qadek hevpar de anîne gel hev. Wekî yên li mane divê em vê hevgirtina wan bidin berdewam kirin wekî din tu bijartinek me ya din tuneye. * Wê rojê çend deqe piştî qetlîamê hûn jî çûbûn wê derê. Tiştên ku wê rojê di hizra we de mane çine? Gotinên dawî ên wan mirovan li hewa man. Çavê gelek cenazeyan vekirî ma. Wekî kesekî ku dîtiye dibêjim. Ger ez bi hevjîna xwe re çûbama dibe ku me ev hevdîtin pêk neanîbana. Ez yek ji şahidê wê qetlîamê me. Bêyî ku tiştekê bikin li wir dirêjkirî bûn. Xwîna wan tevlîhev bibû û ev gelek girîng bû. Vê dabû xwiyakirin ku nasname ne girînge. Kesên ku heman tişt bi heman heyecanê xwestin hatin qetilkirin. * Hûn li Enqereyê dijîn, yek ji cihên ku hûn zêde bikar tînin jî cihê qetlîamê ye dema hûn li wir re derbas dibin çi hîs dikin? Ez her roj ber re derbas dibim. Rêya binî bikartînim. Ew qad bi çi were şûştin bila bê şûştin, çiqas dem sere derbas bibe jî ji bo min 10'ê Cotmehê ye. Divê ew qad were abîdekirin. Em dixwazin rêz nîşanî mafê jiyanê yên kesên li wir jiyana xwe ji dest dane bê dayîn. Em gelek tiştan naxwazin. Ev daxwaza me hemûyane. Lê vir erdnîgariya qetlîamane û dixwazin qetlîam bên ji bîr kirin. Rêya hêsan a ji bîr kirinê jî serdegirtine. Yên ku şahidî kirine ji holê rakirne. Ger ji destê wan were dê avahiya garê ji holê rakin. * Ger em bikevin dosyaya dozê, hêjî dest bi rûniştina dozê jî ne hatiye kirin hûn dikarin hinek tiştên di dosyayê de bi me re parve bikin? Îdîaname encax di meha 9'emîn a qetlîamê de hat amadekirin û ji 585 rûpelan pêk dihat. Ew jî ji îfadeyên gazindekar, agahiyên nasnameyên kesên jiyana xwe ji dest dane, agahiyên xizmên wan pêk dihat. Pişte 37 kes wekî bersûc hatin nîşandan. hinek ji vana mirîne û derdarê hinekan de jî delîl tune ne. Ne kesê ku ferman daye, raste rast DAIŞ, yan jî îşaretekî ku rêxistina DAIŞ'ê ya li Tirkiyeyê tune ye. Li vir bersûc 4 kesin lê wan jî xwe teqandiye. Yanî bersûc mirîne, derbarê yên li paş namyîne jî tiştek ber bi çav nîne. Fikrekî ku 'em çi bikin dosyaya cezayê wiha bigirin. Doz bila wiha bi dawî bibe' heye. Me dizanî dê wiha be lê derdê me ewe ku em hemû riyên hiqûqê negirin. Em ê di 7'ê Mijdarê de yanî di rûniştina yekem de guh bidin şahid û gazindekaran. * Gotinek we ya ji bo helwesta hikûmetê ya piştî qetlîamê heye? We piştî qetlîamê hikûmet ligel xwe hîskir? Hikûmet tu caran ligel me nebû. Em tu caran behsa hikûmeta ku çavê xwe ji qetlîaman re digire, di dema qetlîamê de êrîşî birîndaran dike û destûr nade birîndaran bibin ambulansan ligel xwe kirinê nekiriye. Tişta herî mezin a hikûmetê kiriye ewe ku 3 roj şîn îlan kir. tek xebata hikûmetê ev bû. Tazmînat jî ji ber ku bi qanûnek berê hatibû derxistin mecbûr man ku bidin. Ji her kesê re 31 hezar lîre tê dayîn. Malbatên ku vê hêjmara bipejirîne tune ne. Ji bo berpirsê dewletê derkeve holê me serî li dadgeha îdarî da. Ger berpirê dewletê derkeve holê, dibe ku bi dadgeha îdarî re berpirsyariyê bigire ser xwe. Ev dê bibe pêşketine girîng. DAWÎ (mb/sa)