Qeyûm nehîşt hevşaredar bikeve odeya xwe 2016-10-08 09:22:53 AMED (DÎHA) - Hevşaredara Hênê Nevîn Oktay diyar kir ku qeyûmê hatiye tayînkirin ferman daye polîsan û nehiştine ku bikeve odeya xwe. Welatiyên ku li hemberî xespkirina îradeya wan aciz in jî helwesta xwe bi gotina "Em ê şaredariya xwe paş ve bigirin" nîşan dide. Piştî Hevşaredarê navçeya Hênê ya Amedê Abdurrahman Zorlu di 8'ê Îlonê de hat binçavkirin, piştî 22 rojan derxistin pêşberî dadgehê û bi hinceta "endamê rêxistinê ye" hat girtin qeymeqamê Kocakoyê Yusuf Turhan wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Welatiyên navçeyê li hemberî girtina Zorlu û tayînkirin qeyûm bi bertekin. Welatiyên herêmê diyar kir ku hevşardar û endamên meclîsê li hemberî qeyûm dirawestin û dixwazin şaredariyên ku hatine desteser kirin carekdin radestî gel bên kirin. Wekî qeyûmên din ên tayînî şaredariyên DBP'ê hatine kirin qeyûmê tayînî Hênê hatiye kirin jî şaredarî vegerandiye qereqolê. Şaredariya ku hundirê wê tejî polîs û wesayîtên zirxîne alên tirkan hatine daliqandin. Avahiya şaredariyê ku her roj bi sedan mirov diçûn û dihatin piştî qeyûm hat tayînkirin welatî dema dikevin şaredariyê di lêgerînek tund de derbas dibin. Welatiyên navçeyê tayînkirina qeyûm wekî bêmafiya li hemberî gel dinirxînin û diyar kirin ku ev êrîşên bi OHAL û biryarnameya KHK'ê li hemberî vîna wan pêk tê qebûl nakin. Welatiyê bi navê Abdullah Keskîn, diyar kir ku bi salan memûrên dewletê hatin û em bi rêvebirin û wiha got: "Lê tu caran rêz nîşanî me nedan. Me şaredariya xwe qezenc kir. kêmaniyên me hene lê rêz ji gel re dihat girtin. Şaredarî wekî şaredariya gel dihat bikaranînin. Ev ji me re bes bû." Esnafê bi nêva Fesîh Karataş (50) da zanîn ku heta kurd hebin, dê dewlet êrîşî hebûna wan bike û wiha pêde çû: "Êrîşî eniyên ku me bi salane bidestxistine dikin. Lê em ê şaredariyên xwe nedin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û xwedî li şaredariyên xwe derkevin." Hevşaredara Hênê Nevîn Oktay, destnîşan kir ku bêyî agahiya wan qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin û wiha domand: "Ger li gorî hiqûqê çûbana dê dema hevşaredar hat girtin hiştibana ku meclîsa şaredariyê alîkarê şaredar hilbijartana. Lê îro bi OHAL û KHK'ê vîna gel û meclîs ji holê hatine rakirin û qeyûm hatiye tayînkirin." Oktay, da zanîn ku piştî qeyûm hat tayîn kirin carekê çûye şaredariyê û wiha axivî: "Li baxçe û hemû cihên şaredariyê polîs hebûn. Dema ez ber bi odeya hevşaredaran ve meşiyam polîsan destû nedan ku ez bikevim odeyê û gotin; 'hûn kude diçin, qeymeqam li hundire heta ku hûn destûr negirin hûn nikarin bikevin hundir' li ber derî ez hatim hiştin. Piştî destûr hati girtin ez ketim hundir. Min bertek nîşanî qeymeqam da, min jêre got; 'destdanîna we ya li ser vîna gel nayê qebûlkirin.' Bifikirin piştî qeyûm hat tayîn kirin endamên meclîsa jî negirtin şaredariyê. Şaredariyek wiha ne gel ne jî em qebûl nakin." Endamê Meclîsa Şaredariyê Celal Kaçmaz jî wiha axivî: "Diviya bû di 6'ê Cotmehê de li şaredariyê civîna awate ya endamên meclîsê bihata pêkanînin û di civînê de hevdîtinên butçeyê bihatina kirin lê qeyûmê civîn betal kiriye û tu hincet ji me re ranegihandin. Yekemîn xebata qeyûm skandale şaredariyê wekî qereqol bi kar tîne. Qeyûm diparêzin. Ger qeyûm ev qaş başe çima hilbijartin heye. Ji ber ku qeyûm tiştekî baş nîne em ê tu caran qebûl nekin. Dê gelê me jî van qeyûman qebûl nekin." (mb)