Got 'Divê em tiştekî bikin’ û berê xwe da Kobaniyê 2016-10-08 09:16:19 EDENE (DÎHA) – Îrfan Azçalişanê YPG’yî yê ku dema DAIŞ êrîşî Kobaniyê kir gotibû, ‘divê em tiştekî bikin’ û berê xwe dabû Kobaniyê, cîhaneke mezin li 16 salên jiyana xwe bi cih kir. Îrfan Azçalişan (Şiyar Şercan) ê YPG’yî di 19’ê îlonê de, li Ezaza Efrînê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Azçalişan ji ber sedemên aborî di sala 1992’an de koçî Edeneyê dike û Azçalişan di 1997’an de wek zarokê ewilîn ê vê malbatê tê dinyayê. Azçalişan li Edeneyê, zarokatiya xwe li Taxa Kuçukdîkîliyê ku herî zêde kurd lê dijîn, derbas dike. Li lîseyê di pola yekemîn de ji ber sedemên aborî, ji neçarî dibistanê diterikîne. Dema dibistanê diterikîne, wê demê êrîşên li ser kurdan zêde ne, lê Azçalişan tu wateyekê nade êrîşên li dijî kurdan. Di 16 saliya xwe de li Rojanmeya Azadiya Welat wek belavkar dixebite. Ji ber henûniya xwe, li rojnameyê ji aliyê hemû xebatkaran tê hezkirin. Azçalişan nêzî 7 mehan belavkariya rojnameyê dike û di dema belavkariya xwe yî rojnameyê de, li Taxa Gulsûyûyê ji aliyê niştecihên taxê ve jî zaf tê hezkirin. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobaniyê dikin, Azçalişan tim dibêje divê em tiştekî bikin û dema êrîşên li dijî Kobaniyê dijwar dibin berê xwe dide Kobaniyê û tevlî refên YPG’yê dibe. 'Ez mîrateya kurê xwe dewr digirim’ Bavê Azçalişan, Selîm Azçalişan ku niha belavakriya Rojnameya Azadiya Welat dike, diyar kir ku dema Îrfan zarok bûye jî qet li cihê xwe nedisekinî û got, dema kurê wî dev ji belavkariya rojnameyê ber dide li taxan li gel ciwanan xebatên siyasî dimeşand. Azçalişan anî ziman ku, dema ew li zarokatî û jiyana kurê xwe dinihêre dibîne ku layiqî jiyanê ye û got kurê wî wiha xatir ji wan xwestiye, “Li Kobaniyê pêdiviya mirovan bi me heye.” Azçalişan ê ku got, “Kurê min û yên mîna wî yên di vê rêyê de şehîd bûn, di oxira têkoşînekê de ber bi rêwîtiya xwe yî heta hetayê ve ketin rê” wiha axivî: “Bila serê hemû gelê me sax be. Dê têkoşîna wî îro ji aliyê me ve bidome. Li şûna wî min rojname hilgirtin û niha belav dikim. Ez ê heta dawiya emrê xwe têkoşîan kurê xwe, hevalê xwe Îrfan bidmînim.” Azçalişan diyar kir ku, kurê wî di heman demê de rojname ji gel re hiştî ye û got, li dijî êrşîn arasteyî çapemeniyê divê her kes li mîrateya ku kurê wî ji wan re hiştiye xwedî derkeve. 'Tim behsa Kobaniyê dikir’ Hevalê Îrfan ê kar, Berprisiyarê Matbaaya Edeneyê yê Rojnameya Azadiya Welat Mûrat Karakaş jî got, dema Azçalişan belavkariya rojnameyê dikir, tim di nav lêgerînekê de bû. Karakaş diyar kir ku, Azçalişan tim di nav gel de bû, kuçe bi kuçe, mal bi mal digeriya rojname belav dikir û ji gel re digot divê em ji bo Kobaniyê tiştekî bikin. Karakaş anî ziman ku, Azçalişan tim ji gel re behsa êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Kobaniyê dikir û got, dawiyê diyar kir ku divê ew tiştekî bikin û bi vî awayî berê xwe daye Kobaniyê. 'Êdî nikarim xwe ragirim’ Karakaş anî ziman ku, dema Azçalişan çû li pêyî xwe nameyek hiştiye. Karkaş wiha behsa nameya Azçalişan û çûyîna wî kir: “Rojekê ji holê winda bû. Me tu wate neda vê windabûna wî. Piştî du sê rojan em rastî nameya wî hatîn. Di nameyê de xwerexnekirinek hebû. Di nameyê de, ji ber çi dev ji xebatên rojnameyê berdaye û ji ber ku dev jê berdaye xemgîn e, lê belê ew êdî nikare li dijî wan pêkûtiyan xwe ragire û ji bo li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê şer bike ew ê biçe Kobaniyê, anî bû ziman. Di 19’ê îlonê de em bi şehadeta wî hesiyan. Li pêyî wî rûkenî û çalakbûyîna wî ma.” (red)