Qeyûm tehamulî kafeya jinan nekir 2016-10-07 15:21:46 AMED (DÎHA) - Qeymaqam Murat Kutuk ku wekî qeyûm tayînî şaredariya Farqînê hat kirin, deriyê kafeya ku jinan dida xebitandin bi zora polîdan mohr kir. Qeymaqam Murat Kutuk ku wekî qeyûm tayînî şaredariya Farqînê ya DBP'ê hat kirin, mudaxeleya wî ya li hemberî xebatên hemû saziyên ku bi vîna gel dixebitin didome. Kutuk, kafeya Sîn a ji aliyê şaredariya Farqînê ve li di nava Parka Gulanê de mohr kir. Polîsên ku bi ser kafeya jinên navçeyê dida xwebitandin de girtin û deriyê wê mohr kirin. Kutuk beriya niha jî mala perwerdehiyê ya piştevaniyê û Navenda Jinê ya Meya ku dibin banê şaredariyê de xebatên xwe dida meşandin girtibû. (mb)