Cenazeyê Firat ê HPG'î hat definkirin 2016-10-07 14:50:58 MÊRDÎN (DÎHA) - Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Firat Arslan (Cegerxwîn Nisêbîn" li Nisêbîna hate definkirin. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Firat Arslan (Cegerxwîn Nisêbîn) ê di 28'ê îlonê de li navçeya Stêwrê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da ji Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hat wergirtin û li Nisêbînê hat definkirin. Parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim, Hevserokê HDP'ê yê Nisêbînê Ferhat Kut, endamê MP a HDP'ê Nazim Kok, Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok, rêveberên MEYA-DER, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û xizmên Arslan beşdarî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Arslan bi zemarên jinan ên "Nisêbîna rengîn bi te re rengîn bû. Tu bi xêr hatî welatê xwe" ve hat definkirin. Parlamenter Yildirim di merasîmê de axivî û ji bo malbatê sersaxî xwest û got ku gelê kurd di têkoşîna xwe de heta dawî mafdar e û ew di şexsê Arslan de hemû berxwedêrên ku li dijî polîtîkayên îmha û înkarê ax û nasnameya xwe diparêzin silav dike. Piştre dayika Arslan, Guzel Arslan axivî û spasiyên xwe li kesên beşdarî merasîma cenaze bûne kir û wiha got: "Em ser bilind in û bi rûmet in. Em naxwazin xwîn bê rijandin. Hêvîdar in ku ev bibe dawî. Firatê min bi qîmet bû." Piştî wecîbeyên olî welatiyên ku beşdarî merasîmê bûn ji bo sersaxiyê derbasî konê şînê ya li taxa 8 Martê. (sa)