Tuncel: Darizandina Yuksek şermek mezin bû 2016-10-07 14:21:43 AMED (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tuncel diyar kir ku berdana Yuksek giringe lê li vir ne tenê Yuksek siyasta demokratîk û DBP'ê tê darizandin. Wekîlê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kukçu jî destnîşan kir ku berdana Yuksek ji deryayê tenê dilopeke. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, parlementerên HDP’ê û rêveberên DBP’ê piştî ji rûniştina doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek ê ku piştî 6 mehan hat tahliyekirin daxuyaniya çapemeniyê li darxistin. Tuncel û heyeta li gel wê xwestin li ber Edliya Amedê daxuyanî bidin lê polîsan bi hinceta “daxuyanî û çalakiyên li derve qedexene” destur nedan daxuyaniyê. Lê li gel hemû astengiyên polîsan, Hevserok Tuncel daxuyanî da. 'Li gel Yuksek siyaseta demokratîk didarizî’ Tuncel di daxuyaniyê de diyar kir ku ev 6 mehin hevalê wan Kamûran Yuksek bi awayek bêhiqûqî di girtîgehê de dihat girtin û wiha got: "Ev ji bo siyaseta demokratîk şermek mezin e û rewşa demokrasiya Tirkiye yê dide nîşan. Berdana wî girînge lê li vir ne tenê Yuksek siyasta demokratîk û DBP'ê tê darizandin." 'Aqûbeta Yuksek li serê yên din be jî’ Wekîla HDP'ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku desthilatdarî dibêje "Ez ji bo demokrasiyê gel vedixwînim kolanan" lê ji bo Yuksek ji gel re daxuyanî û çalakî tên qedexekirin û nerazîbûna xwe li hember helwesta polîsan nîşan da. Beştaş da zanîn ku berdana Yuksek xeberek başe û gotinên xwe wiha berdewam kir: "Girtina wî li dijî hiqûqê bû. Berdana wî nayê wateya ku pêvajo ber bi başiyê ve diçe. Ji ber ku îro jî gelek siyasetmedar tên girtin. Gelek saziyên çapemeniyê tên girtin." Beştaş bang li Enqerê kir û wiha got: "Bila demildest dest ji van çewisandinan berdin. Ev polîtîkaya çewisandinê siyaseta demokratîk gavekî jî nabe pêş." 'Îdaname vala bû’ Parlementerê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kukçu jî destnîşan kir ku divê Yuksek neketiba girtîgehê û wiha axivî: “Diyar bû tu aliyê îdanameyê nikaribû Yuksek di girtîgehê de bigre û ev îdaname pûç û vala bû. Berdana Yuksek dilopek ji deryayê ye ji ber ku heta niha jî bi hezaran siyasetmedarên kurd di girtîgehê de ne. Eger me tekoşînek hevpar nedabuya niha ev biryar jî dernediket." (dy-bî/bg/mae)