Herî kêm 10 hezar xebatkarên çapemeniyê bê kar in 2016-10-07 13:44:52 ENQERE (DÎHA) - Piştî bi biryarnameya KHK'ê 23 televîzyon û radyo hatin girtin hêjmara xebatkarên çapemeniyê yên bêkar ji 3 hezaran derbas kir. Her wiha di 3 televîzyonên hatin girtin de dewletê dest danî ser 5 milyon TL mulkiyeta televîzyonan. Kanalên ku di nava wan de Zarok TV, ÎMC TV, Jiyan TV, TV10, Hayatin Sesi TV û Ozgur Radyo û Yon Radyo jî hene 23 televîzyon û radyo ji aliyê biryarnameya KHK'ê ve hatin girtin. Bi girtina TV û radyoyan re bîlançoya bêkariyê ya xebatkarên çapemeniyê giran bû. Li gorî agahiyên ku rêveberên kanalan dane, 50 xebatkarên TV10, 28 xebatên Hayatin Sesi TV, 120 xebatkarên ÎMC TV, 35 xebatkarên Wan TV, 20 xebatkarên Zarok TV û 30 xebatkarên Azadî TV bê kar mane. Di daxuyaniya ku ji aliyê DÎSK Basin Îş ku di meha Tebaxê de hat dayîn de, diyar kiribû ku 2 hezar û 308 xebatkarên çapemeniyê bê kar mane. Koordînatorê Nûçeyan ê ÎMC TV û Serokê DÎSK Basin Îşê Faruk Eren, diyar kir ku bi girtina tv û radyoyan ên dema dawî de ji 15'ê Tîrmehê ve hêjmara xebatkarên çapemeniyê yên bê kar 3 hezarî derbas kiriye. Eren, bi lêv kir ku li gorî daneyên TGS'ê di qada çapemeniyê de ku ji 30 hezar kesî re cihê kare,herî kêm 10 hezar kes bê kar mane. Dê êrîş berfirehtir bibin Eren, da zanîn ku bi guertinên di rêveberiyê de hikûmet rojnameyên wekî Evrensel, Cumhuriyet û Azadiya Welat ên muxalif hedef digire û wiha got: "Ev rêveberî dibêje kesê ne ji mine bila bê kar bimîne. Dê êrîşên madî yên li hemberî çapemeniya muxalif berfirehtir bibe." Her wiha di çarçoveya êrîşên madî yên li hemberî çapemeniya muxalif ên wekî Hayatin Sesi, TV10 û ÎMC TV de dest danîn ser amûrên wan û dewrî TRT'ê hatin kirin. Li gorî daneyên ku rêveberiya kanalan dane, di serdegirtina 3 kanalan de dest danîn ser server, pergala rejiyê, stundyo û kamerayên û 5 milyon TL zirar hatiye dayîn. Her wiha kesên ku di sektora çapemeniya muxalif de dixebitin an jî dibin xwediyê wê li ber îflasê ne. (mb)