Di Nimêja Înê ya Sivîl de ji bo aştiyê dua kirin 2016-10-07 13:30:45 AMED (DÎHA) - Li Amedê bi beşdariya sedan kes Nimêja Înê ya Sivîl hat kirin û welatiyan ji bo pêkhatina aşitî û aramiyê dua û niyaz kirin. Wek her hefteyê vê hefteyê jî bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Îslamî (DÎK) li Park Orman a li navçeya Peyasa Amedê Nimêja Înê ya Sivîl hat kirin. Li parkê bi sedan welatî li hev kom bûn û nimêj kirin. Her hefte li dijî propagandaya AKP’ê ya li mizgeftan bi sedan welatî li parkan ji bo Nimêja Sivîl ref tê girtin. Welatiyan li cihê nimêja xwe secade û xalîçeyan raxistin û li xutbe û weazên kurdî guhdarkirin. Welatiyan ji bo pêkhatina aşitî û aramiyê destên xwe hildan jor û dua û niyaz kirin. Endamê DÎAY-DER’ê Mele Abdulbarî Tiryakî xûtbeya kurdî xwend û ji Qurana Kerîm ayet hatin xwendin. Piştî xûtbeya hat xwendin bi sedan welatî li pey meleyê ji bo nimêjê rêz girtin. (bg)