Welatiyên Riha: Em rado û televîzyonên xwe dixwazin 2016-10-07 13:18:46 RIHA (DÎHA) - Welatiyên Rihayê, girtina 23 radyo û televîzyonên hatin girtin şermezar kirin û diyar kirin ku ew radyo û televîzyonên xwe dixwazin. Welatiyan anîn ziman ku qanalên radyo û televizyonên hatin girtin ji bo wan çavkaniya jiyanê ye. Welatiyên Rihayê girtina 23 qanalên radyo û televîzyonên muxalif şermezar kirin û xwestin televîzyon û radyoyên wan dîsa dest bi weşanê bikin. Cotkarê bi navê Ali Kaya (47) bertekên xwe wiha anî ziman: "Girtina tv û radyoyan nayê qebul kirin. Gel ji kanalekê hez bike û ew kanal were girtin nayê qebûlkirin. Min Jiyan tv temaşe dikir. Ji ber girtina televîzyonê ez bir aciz im û ranazêm. Televizyonên me yên hatin girtin mîna nan û av e. Girtin û cezakirin karê dadgehê ye. Amûr û malzemeyên İMC TV'ê desteser kirin û dan TRT'ê. Ev neheqî nayê qebulkirin." Welatiyê 60 salî Ramazan Demir jî got: "Em naxwazin tu kanal bên girtin. Gel ji kijan kanalî hez bike bila temaşe bike. Girtina van kanalan heqarete. Em dixwazin Med Nuçe Denge Tv û İMC Tv'yê temaşe bikin. Sedema girtina van kanalan çiye? Bila kanalên mirov jê hez dike neyên girtin. Tutunfiroş ê 55 salî Faruk Guvenç jî wiha axifi: "Em naxwazin televizyon û radyo werin girtin. Ji ber ku bi temaşekirin û xwendinê gel ronî dibin televizyon û radyoyan digrin. Ronibun ji ne gor karê wane tv û radyo tên girtin." Esnafê 62 salî Ramazan Kalinê jî helwesta hikûmetê rexne kir û got: "Hikumet aştiyê naxwaze. Her ku em dibêjin aşitî ew ji aştiyê direvin. Kanalên me yên weşana Kurdî dikin digrin. Girtina televizyonan nayê qebulkirin. Zimanê me Kurdiye" (mhy-mp/mae)