Komploya Cotmehê bi tecrîda girankirî didome 2016-10-07 12:24:19 AMED (DÎHA) - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê bi komploya navneteweyî ve beriya 18 salan ji Sûriyeyê hat derxsitn der barê komployê de anîbû ziman ku "komplo hatiye pûçkirin", ên ku ji komployê hêvîdar bûn jî bi tecrîdê hewl didin encamê bigirin. Fikrên Ocalan ê ku 20 salan li Sûriyeyê ma li hemû cihanê belav bû. Pêvajoya Komploya 15'ê Sibata 1999'an a ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployekî navneteweyî ve teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji derxistina Ocalan ji Sûriyeyê dest pê kir. Li ser komploya ku destkeftiyên gelê kur hatin hedefgitin 18 sal derbas bû, hevsengên ku bi bandora wî hatin guhertin û rewşa kaosê Rojhilata Navîn wekî ku dişewitîne. Wê demê li çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê û Ewropayê bi sedhezaran kes ketin nava helwdan û çalakiyan. Gelek çalakî hatin lidarxistin. Li girtîgehan û derve jî gelek kesan xwe şewitandin xwestin pêşiya komployê bigirin. Pêvajoya komployê bi tehdîdkirina Tirkiyeyê ya hikûmeta Sûriyeyê ve dest pê kir û di encama pêkûtiyên hêzên navneteweyî derketina Ocalan a ji Sîriyeyê dest pê kir. Ocalan çû Yewnanistan, Rûsya û Îtalyayê lê ji ber pêkûtiyên Amerîkayê tu welatên cihanê daxwaza îlticayê qebûl nekirin. Herî dawî Ocalan ji Yewnanistanê çû Kenyayê û li vir î di encama tifaqa hêzên navneteweyî de teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Komplo bi doza hate vekirin dest pê kir Der barê Ocalan de di îlona 1998'an de li 2'yemîn Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) a Enqereyê dozek hate vekirin. Doz ji bo ku Ocalan ji Sûriyeyê bê derxistin wekî bibe bingeh hate vekirin. Bi dozê re Tirkiyeyê gotinên xwe yên tehdîdê zêdetir kir. Bi tehdîdê re bi awayeke hemwext hêzên navneteweyî jî ketin dewreyê. Ocalan di 16'ê Sibatê de anîn Tirkiyeyê Li ser vê Ocalan di 9'ê Cotmehê de ji Sûriyeyê derket, di 9'ê Cotmeha 1998'an de çû Atîna, Moskow û Romayê. Herî dawî jî di 2'ê Sibata 1999'an de ji Yewnanistanê çû Kenyayê û cihê wî ji Tirkiyeyê re hat ragihandin. Di encama vê komployê de Ocalan teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan ri 16'ê Sibata 1999'an de serê sibehê saet di 03.00'yan de anîn Tirkiyeyê. Di hefteya ku Ocalan hat dîlgirtin 63 kesan agir berdan bedena xwe Anîna Ocalan li Tirkiyeyê ji aliyê kurdan re wekî "Roja reş" hat dîtin û di heman demê de jî bû sedema kaosê. Wê demê gelek kesan ji ber ku tu welan Ocalan qebûl nekirin agir berdan bedena xwe. Girtiyê bi navê Mehmet Halît Oral li Girtîgeha Mereşê agir berda bedena xwe û çalakiyên ku bi wî re dest pê kir heta Zehra Çelîk a 11 salî jî belav bû. Di hefteya ku Ocalan anîn Tirkiyeyê de 63 kesan agir berdan bedena xwe. Li dijî komployê jiyan rawestiya: Hûn nikarin Roja me tarî bikin Li dijî komploya ku di cotmehê de dest pê kir kurdan sefirxaneyên welatên navborî dagir kirin, ketin grevên birçîbûnê, meş li dar xistin. Kurdan teslîmkirina Ocalan bi rawestandina jiyanê bersivandin. Çalakiyên xweşewitandinê bi şîara "Em li dora Ocalan bibin xeleka ji agir. Bila Roja me tarî nekin" hatin lidarxistin. Ocalan, 16'ê Sibata 1999'an de anîn Girtîgeha Girava Îmraliyê. Ocalan ji wê demê heta niha di bin tecrîda girankirî de tê girtin û ji bo pirsgirêka kurd bi rêvbazên aştiyan bê çareserkirin di nava 4 dîwaran de têkoşîna xwe didomîne. Ocalan di 2'ê Tebaxa 1999'an de xwest ku agirbest bê domandin, hêzên çekdarî ji sînorên Tirkiyeyê derkevin û komên aştiyê bên Tirkiyeyê. Qasidên aştiyê hatin girtin Piştî vê PKK'ê hêzên xwe yên çekdarî ji sînorên Tirkiyeyê derxistin. Bi armanca ku daxwaza Ocalan a komên aştiyê pêk bînin, komek ji Ewropayê yek ji çiyê du komên aştiyê hatin Tirkiyeyê. Komên aştiyê yên ku hatin Tirkiyeyê hatin girtin û vê hêviya aştiyê lewaz kir. ev agirtbest ji ber gav neavêtina dewletê di 1'ê Hezîrana 2004'an de hat xirakirin. Polîtîkayên Ocalan li Rojava şoreş pêk anîn Ocalan, di nirxandinên xwe yên derbarê 9'ê Cotmehê de û di parêznamyên ku nivîsî de her tim diyar kir ku komplo vale hatiye derxistin. Ligel van geşedanan kurdên li Rojava, îmze avêtin bi şoreşek ku hemû polîtîkayên Rojhilata Navîn serûbino dike. Tirkiyeya ku xwe li ber Şoreşa Rojava ku hemû cîhanê bi heyranî lê temaşe dikir negirt li her cihî êrîşî gelê Kurd kir. Yekemîn tovê şoreşê di 29'ê Tîrmeha 1979'an de bi çûna Ocalan a Rojava hatibû avêtin. Bandora Ocalan a ku 20 salan li Rojava hişt şoreşek ku ji hemû cîhanê re bû mînak bê avakirin. Nirxandinên Ocalan ên derbarê Sûriyeyê de: Em ê kurdan tu carî nedin helandin Ocalan ku bi Heyeta Îmraliyê re hevdîtin pêk anîn li ser gotinên Erdogan ên ji bo Sûriyeyê dibêje "Xeta me ya sore" aciz dibe û wiha bersiv dide: "Em ê di nava navenda dewletê ya li Sûriyeyê tu caran kurdan nedin helandin. Ev jî xeta me ya sore. Ger tifaqa dij-kurdan bê berdewam bike dê şer destpê bike. Min ji wan re (heyeta dewletê) re got 'werim li Sûriyeyê tifaqê bi hev re çêbikin' Davutoglu du sal dan winda kirin. Çima dîwar tê çêkirin; (dîwarê li sînorê Rojava tê çêkirin) hûn dînin? Çima têl tên kişandin? Çima mayîn tên çandin? Hûn dînin? Yekane daxwaza wan ew e ku kurd li wir nebin xwedî hêz. Lê ger kurd li wir nebin dê rejîma faşîst bê avakirin. Ev dînîtiyek çawaye? Li şûna ku tu têlan bikişînî divê tu sînoran rakî. Yên ku heyîne jî rabikî. Li şûna tu piştgirî bidî çeteyên El Nusra û yên din çima vana nabînin. Li derdora Davotoglu mirovên tevlîhev hene. Ger li Sûriyeyê kurd tunebin dê hêzek faşîst a mezin were avakirin." Komplo bi tecrîdek girankirî didome Ji 5'ê Nîsana 2015'an ve bi Ocalan re hevdîtin nayê kirin û ji bo bi Ocalan re hevdîtin bê kirin di 5'ê Îlonê de li Amedê 50 siyastemedaran dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî çalakiya grevê deng veda, destûr hat dayîn ku Mehmet Ocalan bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Mehmet Ocalan ku di 11'ê Îlonê de çû Îmraliyê diyar kir ku rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan başe. Li ser vê çalakgeran greva xwe bi dawî kirin. (sa-mb)