Girtiyan alîkarî ji gelê Geverê re şandin 2016-10-07 11:42:13 WAN (DÎHA) - Girtiyên siyasî yên Tîpa F a Wanê ji bo piştevaniya gelê Gewerê alikarî kom kirin û ji gelê Geverê re şandin. TUYAD-DER û Komeleya Rojava diyar kirin ku ev piştgirî pir biwate û qîmet e. Girtiyên siyasi yên Girtigeha Tîpa F a Wanê bi boneya piştevaniya gelê Geverê pere di nava xwe de kom kirin û alîkarî şandin ji gelê Geverê re. Girtiyan bi riya TUYAD-DER û Komeleya Rojava pere ji gelê Geverê re şandin. Komeleya Rojava û TUYAD-DER ji bo vê alikariyê daxuyanî da çapemeniye. Rêveberê TUYAD-DER a Wanê Çetîn Uyar anî ziman ku girtî, di nav zor û zehmetiyên mezin de ji gelê Gewerê re alîkariya pereyan kom kirin û şandin. Uyar, anî ziman ku ew di destpêkê de girtina televîzyonan û qedexeyên li ser girtigehan bi tundî şermezar dikin û wiha got: "Girtiyên Girtîgeha Tîpa M a Wanê 5 hezar û 500 TL alîkarî şandin. Girtiyan ji bo alikariyê, pêwistiyên xwe qut kirin û pere komkirin. Ev alîkarî pir bi wate û qîmet e. Em dixwazin piştî vê alîkariya bi wate û qîmet ji hemû esnafên me bên. Hevseroka Komeleya Rojava Hasan Çetîn jî got ku ji girtigehan alikariyek wisa ji bo wan gelek giringe û wek Komelaya Rojava spasiya xwe ji girtgehan re şandin. (era/mae)