Endama KJA'yê Altinkaynak hat binçavkirin 2016-10-07 10:10:42 AMED (DÎHA) - Endama KJA'yê Zeynep Altinkaynak li Amedê hat binçavkirin. Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Zeynep Altinkaynak serê sibehê li mala xwe ya li navçeya Peyasê ya Amedê di serdegirtina polîsan de hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Altinkaynak nehat hînbûn. Altinkaynak birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. (sa)