Nûçegîhanê ETHA hat girtin 2016-10-07 09:58:40 EDENE (DÎHA) - Nûçegîhanê ETHA Mehmet Anil jî dinavde 4 endamên ESP'ê hatin girtin. Li Edeneyê di 28'ê Îlonê de li gel nûçegîhanê ETHA Mehmet Anil 7 endamên ESP'ê hatibûn binçavkirin û birinûbûn midûriyeta polîsan a Edeneyê. Nûçegîhanê ETHA Mehmet Anil û endamên ESP'ê sewqî dozgeriyê kirin. Dozger piştî îfadeyan Dilan Kaya serbest berda û nûçegîhanê ETHA Mehmet Anil û Mehmet Erzurumluoglu û endamê Meclîsa ESP'ê Aylin Yildiz, endamên ESP'ê Fatma Ozdemir, Makbule Ozdemir û Medine Say bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" sewqî dadger kirin. Heyeta dadgehê jî Say û Erzurumluoğlu serbest berdan û der barê Mehmet Anil, Aylin Yildiz, Fatma Ozdemir û Makbule Ozdemir de biryara girtinê da û şandin girtîgehê. (mae)