Li şûna Siyabend tenê Şîno maye 2016-10-07 09:02:04 ŞIRNEX (DÎHA) - Haci Bîrlîk (Siyabend) ê ku di dema berxwedana xwerêveberiyê ya Şirnexê de hatibû înfazkirin û piştre jî cenazeyê wî bi wesayîta zirxî ve hatibû kaşkirin, li pey xwe tenê çûka xwe ya bi navê Şîno hiştî ye. Şîno niha ji bavê Siyabend, Hasan Bîrlîk re havrêtiyê dike. Di 2’yê cotmeha 2015’an di dema berxwedana xwerêveberiyê ya Şirnexê de Haci Lokman Bîrlîk (Siyabend) li Taxa Dîcleya Şirnexê birîndar bibû û piştr e jî, ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû înfazkirin. Bîrlîk ê ku di dîroka berxwedana Kûrdistanê de cihê xwe girt, niha jî bi bîraninên xwe dijî. Malbata Bîrlîk a ku li Şirnexê, li Taxa Cumhûriyetê rudiniştin, piştî mala wan ji aliyê tîmên taybet ve hat şewitandin û hilweşandin, koçî Silopiyayê kirin. Bavê Haci Lokman Bîrlîk, Hasan Bîrlîk, ji mala xwe tenê karibûye çûka kurê xwe ya bi navê xwe Şîno ku tekane bîranîna wî ye, xelas bike. Bavê Bîrlîk, niha li Silopiyayê li Taxa Cûdiyê li mala keça xwe dimîne û piraniya demê xwe bi çûka ku weke mîrate ji kurê wî maye ango bi Şîno re derbas dike. Bav Bîrlîk bi vî awayî kêm be jî hesreta xwe ya li hember kurê xwe derbas dike. Bav Bîrlîk got, “Dema Hecî Bîrlîk di Girtîgeha Tîpa M a Midyatê de bû, Şîno jê re hevratî dikir. Lê piştî Hecî Lokman Bîrlîk şehîd ket, niha Şîno ji min re hevratiyê dike. (kom/no/red)