Ji ber cil û bergên gelêrî, avahî dan ber agir 2016-10-07 09:00:59 ŞIRNEX (DÎHA) –Tê diyarkirin ku li Şirnexê hêzên dewletê di dema qedexeyê de, di lêgerîn û sehîkirina malan de, bi hinceta li malan cilûbergên gelêrî yê bi navê “Leşkerî” hene, agir bi gelek avahiyan xistine. Polîtîkayên dewleta tirk ên arasteyî kurdan, ji avakirina komarê heta niha hem di warê qirkirina siyasî û hem jî di warê qirkirina çandî de bênavber didomin. Li gelek bajarên Kurdistanê piştî îlankirina xwerêveberiyan, hêzên dewletê bi êrîşên xwe gelek bajar serobino kirin. Ji van bajaran yek jê jî Şirnex e. Hêzên dewletê ji 14’ê adarê ve li Şirnexê ji hêlekê ve êrîşî taxan kir û ji hêlekê ve jî bi deh hezaran welatî koçber kir. Li Şirnexa ku ev 7 meh e qedexe lê didome, di dema qedexeyan de gelek caran bû hedefa tank û obusan û gelek caran jî di bin navê lêgerînê de, gelek avahî hatin şewitandin. Her wiha ji avahiyên ku hatine şewitandin hinek jê, bêyî ku gulle û top li wan ketibin hatine şewitandin. Piştî hêzên dewletê bi qedexyê re niştecihên bajêr koçber kir, li malan jî dest bi lêgerînê kiribû. Hat zanîn ku di lêgerînanan de, ji ber di hin malan de cilûbergên gelêrî li wan hatiye dîtin, bi dehan mal hatine şewitandin. Bi taybetî hêzên dewletê ên ku cilûbergê herêmî yê bi navê “Leşkerî” ku bi sedan sal e gelê Botanê di şahiyan de li xwe dike hezm nekir û bi dehan avahiyên ku ev cilûberg lê hebûne dane ber agir û ewşewitandine. (red)