ROJEVA 07'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN 2016-10-07 09:00:03 * Tê diyarkirin ku li Şirnexê hêzên dewletê di dema qedexeyê de, di lêgerîn û sehîkirina malan de, bi hinceta li malan cilûbergên gelêrî yê bi navê “Leşkerî” hene, agir bi gelek avahiyan xistine. BI DÎMEN E * Haci Bîrlîk (Siyabend) ê ku di dema berxwedana xwerêveberiyê ya Şirnexê de hatibû înfazkirin û piştre jî cenazeyê wî bi wesayîta zirxî ve hatibû kaşkirin, li pey xwe tenê çûka xwe ya bi navê Şîno hiştî ye. Şîno niha ji bavê Siyabend, Hasan Bîrlîk re havrêtiyê dike. BI DÎMEN E * Li Dîlokê di demên dawî de her diçe li dijî penaberên sûriyeyî nêzîkatiyên nîjadperestî zêde dibin. Têkildarî vê Serokê Şaxa ÎHD’a Dîlokê Ahmet Hartavî got, dibe ku ev nêzîkatî li nêv civakê bibin sedema pevçûnan û diyar kir ku, ew ê nêzîkatiyên bi vî rengî gilî bikin. BI DÎMEN E * Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê diyar kirin ku îşkenceya li dijî girtiyan didome. * Xizmên 23 kesên ku li Nisebînê bi mîzansena "teslîm bûn" hatin girtin û birin Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê diyar kirin ku 5 girtiyên birîndar ji ber ku nehatin dermankirin lebatên xwe winda dikin û pêkanînê girtîgehê wekî yên Girtîgeha Amedê ya 12'ê Îlonê ye. * Di 10'ê Cotmeha sala çûyî de, da aşitî were vê erdnîgariyê ji çar aliyên Tirkiyeyê mirovan berê xwe dabû Enqereyê. Lê li nav van mirovên ji bo aşitiyê ketin rê û hatin bombe hatin teqandin û zêdeyî sed kesî jiyana xwe ji dest dabû û di dîroka Tirkiyeyê ya komkujiyan de ev wek Komkujiya 10'ê Cotmehê cih girt û piştî vê komkujiyê heta niha Tirkiye bi ser heşê xwe de nehatiye. Piştî komkujiya 10'ê Cotmehê bi destê DAIŞ'ê gelek komkujiyên bi vî rengî pêk hatin, pêvajoya şerekî bêeman û wek ewrekî reş hewldaneke derbeyî bi ser civakê de hat. Ji vana hemûyan jî diyar dibe ku bê komkujî tê çi wateyê û boyî çi pêk hatiye. * Welatiyên ku li bajaroka Gundikê Melê dijîn bi kevneşopiya ku bi sedan salan e didomînin bi hevre xwarinê çêdikin, bi duayan ve xizmên xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û demsala payîzê pêşwazî dikin. * Dayikên Şemiyê û Komeleya Mafên Mirovan a Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin vê hefteyê 400'emîn çalakiya rûniştinê pêk tînin. Têkildarî çalakiya 400'emîn Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan Racî Bîlîcî û Endamê Komîsyona kujer nediyar Hasan Yalçin bang li hemû gel û sîyasetmedaran kirin ku beşdarî çalakîya şemîyê bibin. *Kordînasyona Ked û Demokrasiyê tê têkîldarî çalakiyên ku di salvegera qatlîama Enqereyê de dê li Stenbolê bê lidarxistin li Odeya Endezyarên Makîneyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00) BI DÎMEN E * "Nobeta Azadiyê" ya ji bo piştevaniya Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Ozgur Gundemê, Midûrê Karê Nivîsan ê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya, Endamên Lijneya Şewirmendiyê ya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay û Asli Erdogan li ber Girtîgeha Bakirkoyê hatiye destpêkirin didome. (16.00) BI DÎMEN E * Cenazeyê Hatîp Şahîn (Cesur Serhat) ê li gundê Agverenê ya navçeya Xozata Dersimê jiyana xwe ji dest da dê li Goristana Taxa Qerehesen ê ya navçeya Seravê ya Wanê bê definkirin. (12.00) BI DÎMEN E *Doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ê di meha gulanê de hate girtin dê li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00) JIN * Di baregeha kampanyaya “Her warek welatek” a ku ji aliyê KJA’yê ve ji bo piştevaniya gelê Kurdistanê hat destpêkirin de, li Stenbolê jinan boyî şirnexiyan lihêf û mitêl dirûtin. BI DÎMEN E * Saziyên jinan li dijî girtina TV û radyoyan bertek nîşan dan. Jinan diyar kir ku, girtina qenalên ku dengê jinan bûn boyî jinan talûkeyeke mezin e û anîn ziman ku ew ê li dijî vê têkoşîna xwe xurt bikin. * Rojnamegerên jin ên ku kanalên wan hatin girtin, roja rojnamegeriya jinên kurd pîroz kirin û diyar kirin ku, ew jî wek her kesê bi rêxistinbûyî di hedefa êrîşên desthilatdaran de ne û gotin ew ê bi rêxistinbûyînê bersivê bidin van êrîşan. BI DÎMEN E * Hevparên KJA'yê yên Stenbolê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê li Postaxaneya Beyogluyê bên cem hev û ji CPT'ê re name bişînin. (14.00) BI DÎMEN E POLÎTÎKA * Serokwekila Koma HDP'ê û Parlementera Amedê Çaglar Demîrel diyar kir ku tu kes nikare mêjî û îradeya gel bigire û jiyanê tarî bike. BI DÎMEN E ÇAND Û HUNER * Fîlmekîmî ya ku îsal dê cara 15'emîn tê organîzekirin li Stenbolê dest pê kir. Di bernameyê de nêzî 50 fîlm di meha cotmehê de dê bi sînemahezan re bin. JÎNGEHA KEDÊ * Li Semsûrê, Hatîce Çelîk a bi xwarinçêkirinê debara xwe dike diyar kir ku, ew bi keda xwe li hemberî jiyanê li ber xwe dide û wiha got, “Boyî her tiştî hewldan divê. Çi jin çi mêr ferq nake, a girîng ew e ku mirov hewl bide.” BI DÎMEN E