Cenazeyê Ataşê li Mêrdînê tê rawestandin 2016-10-06 21:33:20 MÊRDÎN (DÎHA) – Cenazeyê şervana BOG’ê Eylem Ataş a ku di operasyonên li dijî Minbicê de jiyana xwe ji dest da, ji ber malbata wê naxwaze otopsiyê biek, li Mêrdînê Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tê rawestandin. Cenazeyê şervana BOG’ê Eylam Ataş a ku di dema pêngava azadiya Minbicê de li dijî DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest da û 101 rojî li sînor hat arwestandin, piştî ku malbat wergirt, niha jî li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tê rawestandin. Li ber nexweşxaneyê malbata Ataşê, Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê û endamên MEYA-DER’a Mêrdînê rawestiyane. Hat zanîn ku ji ber malbata Ataş naxwaze otopsiyê bike cenaze tê rawestandin û ji ber vê li benda biryara dozgeriyê ne. (red)