Ji jinan banga beşdarbûna cenazeyê Ataşê 2016-10-06 19:54:04 STENBOL (DÎHA) – Yeryuzu Kadinlarî yên di ji Kadikoya Stenbolê boyî beşdarbûna merasîma cenazeyê Eylem Ataşê têkevin rê, bang li hemû jinan kirin da beşdarî cenazeyê Ataşê bibin. Dê Yeryuzu Kadinlarî boyî beşdarî cenazeyê şervana Hêzên Azadiya Yekbûyî(BOG) Eylem Ataş a ku di dema pêngava Minbicê de li dijî DAIŞ’ê şer dikir û jiyana xwe ji dest da û 101 rojê cenazeyê wê li sînor hat rawestandin, îşev dê ji Kadikoya Stenbolê ber bi Edeneyê têkevin rê. Yeryuzu Kadinlarî yên gotin, “Em ê jina ku dengê xwe tevlî dengê me kir Eylemê ber bi rêwîtiya wê ay dawî ve verê bikin” bang li hemû jinan kirin da beşdarî cenazeyê Ataşê bibin. Otobosên ku dê ji beşdarî cenazeyên Ataşê bibin, dê îro saet di 20:00’an de ji ber Daîreya Mahrkirinê ya Kadikoyê rabin. (red)