Nobeta li ber Van TV'yê di roja 7'an de jî didome 2016-10-06 18:56:26 WAN (DÎHA) - Nobeta xebatkarên Van Tv û Dogu Radyo yên ji bo şermezarkirina girtina radyo û TV’yan dabûn destpêkirin di roja 7’emîn de jî didome. Çalakiya nobetê ya xebatkarên Van Tv û Dogu Radyo ya li dijî girtina radyo û televîzyonan hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku li Taxa Suphanê ya Rêya Armûşê li ber avahiya Van Tv’yê hatibû destpêkirin, di roja 7’emîn de jî didome. Li gel vê serdan û piştevaniya gelek sazî û dezgehan a ji bo nobetê jî didome. wiha kedkarên çapemeniyê jî gotin, dibe ku ew di vê pêvajoyê de nabin dengê gel, lê piştî demekê ew ê dîsa vegerin. (era/red)