Piştî 101 rojî şûnde cenazeyê Eylem Ataşê hat wergirtin 2016-10-06 18:55:53 STENBOL (DÎHA) – Şervana BOG’ê Eylam Ataş a ku dema li dijî DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê nedihat dayîn, piştî 101 rojî şûnde ji aliyê malbatê ve cenazeyê wê hat wergirtin. Cenazeyê şervana Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) Eylem Ataş a ku dema di pêngava rizgarkirina Minbicê de li dijî DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest da û cenazeyê 101 rojî li sînor dihat rawestandin, li gel hewldanan ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Hat diyarkirin ku cenazeyê Ataşê şandine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. (red)