Rojnamger Bekîroglu hat tehliyekirin 2016-10-06 17:32:12 AMED (DÎHA) - Metîn Bekîroglû, nûçegîhanê rojnameya heremî ya bi navê Licê, piştî 52 rojan hat tehliyekirin. Nûçegîhanê rojnameya heremî ya bi navê Licê ku li navçeya Licêya Amedê weşanê dike, Metîn Bekîroglu, hat tehliyekirin. Bekîroglu di 12’ê tebaxê de di serdegitina mala xwe ya li Licê de bi hinceta parvekirinên medyaya civakî hatibû binçavkirin. Piştî binçavkirina 6 rojan Bekîroglu ji aliyê dadgehê ve bi hinceta “Propagada rêxistinê kiriye” hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Piştî 52 rojan Bekîroglu hat tehliyekirin. (bb-ua/bg/red)