Ji bo leşkerên tirk ji Iraqê bên derxistin serî li NY'yê dan 2016-10-06 17:05:44 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî ji bo ku leşkerên tirk ji axa Iraqê bên derxistin serî li NY'yê da. Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî ji bo leşkerên tirk ji ser axa Iraqê bên derxistin serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) da. Caferî diyar kir ku hebûna leşkerên tirk a li ser axa Iraqê tê wateya dagirkeriyê ji ber vê yekê wan bi nameyekê serî li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî da ye. Di daxuyaniya ku ji aliyê wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku divê leşkerên Tirkiyeyê li ser axa Iraqê bi lez derkevin. Wezaretê da zanîn ku Tirkiye xwe tevlî karên navxweyî yên Iraqê dibin û ji ber wê ji kondeyê xwest ku bi lezgînî ji bo derxistina leşkeran bicivin. (mb)