Fîlma ‘Kanli Postal” dê li Amedê bê pêşandan 2016-10-06 17:05:12 AMED (DÎHA) - Fîlma “Kanli Postal” a ku li ser îşkence û berxwedana Zîndana Amedê hat çêkirin dê di 22’ê comtehê de li Amedê yekemîn car bê pêşandan. Fîlma bi navê “Kanli Postal” a ku li ser mijara îşkence û berxwedana Zîndana Amedê ya sala 1980’an de hat çêkirin dê di 22’ê cotmehê de li Amedê bê pêşandan. Fîlma ku derheneriya wê Muhammed Arslan kiriye di 12’ê Îlona 2015’an de derketibû û ji aliyê dewletê ve ji bo demekî hatibû qedexekirin. Piştî qedexekirina demî ya ji ser fîlm rabû, dê li Salona Sînemeya Galeria ya Amedê yekemîn car ji bo temeşavenan bê pêşandan. Derhenerê fîlmê Arslan diyar kir ku qezenca ji bilêtên fîlm bê berhevkirin ji bo dê radestî Komeleya Alîkariyê ya Rojava bê kirin. Fîlma “Kanli Postal” beriya niha li gelek bajaran û li welatên Ewropayê jî hatibû pêşandan. (bo/bg)