Cureyê tiriyê 3 hezar salan tune dibe 2016-10-06 09:55:37 ÎDRÎS YILMAZ WAN (DÎHA) - Cureyê mêwênê tiriyê ku li cihanê tenê li Erdîşê tê çandin û xwedî dîrokeke demdirêj e ji ber nezaniyê û xemsariyê tune dibe. Çandiniya mêw û rezên tirî li Kurdistanê bi hezaran salan e didome. Li Erdîşê cureyê tirî yê ku di serdema Urartuyan a Berî Zayîne 600 - 900'an de cihekî taybet digirt û nêzî 3 hezar salin çandiniya wî didome, niha ber bi tunebûnê ve diçe. Rençberê rezên tirî Osman Zengin, ku bi salan e darê tirî diçîne û rezên wî hene diyar kir ku cureyên tiriyê Erdîşê, di qada aborî, tenduristî û teamê de berhemekî bê mînak e û ev çanda trî ji Urartuyan maye. Tiriyê Erdîşê ku hêj ji serdem û çanda Urartuyan maye û 3 hezar salin bê navber li ser vê axê tê çandin, di qada aborî û çandî de xwedî taybetmendiyek sereke ye. Di xwarin û debarê de çavkaniya sereke ya Erdîşê ye. Bi hezaran malbat debara xwe li ser rezên tirî dikin û ji gelek berhemên tirî sûdê digirin. Lê ev rezên tirî ku berê çavkaniya esasî ya gelê Erdîşê bû, niha wekî berê çandinî û hilberîna wî nayê kirin. Niha tenê li herêma Karataşlarê çandinî û hilberîn tê kirin. Di kîtabeyên li ser kevirên herêma Karataşlarê de hatiye nivîsandin tê gotin ku çanda rezan ji aliyê Kral Menua ve hatiye çandin. Di kîtabeyê de tê gotin ku "Menua Îşpinioglu ji bo xweda Haldî ev rezên tirî çandine. Dibêje kî zerarê bide van rezên trî dê xwedê Haldi, Teişeba, Şevinî wan di bin tavê de bihelîne. Di kîtabeyan de tê gotin ku berê hemû zevî û gelî dahl û rezên trî bû û rezên tirî ji Grê Zernakî heta Haydarbeyê dirêj dibe. Triyên hebên wî biçûk û tirş, di meha cotmeh û mijdarê de komkirin û berhevkirin. 'Weî berê têra debarê nake' Rençberê trî Osman Zengîn ku li gundê Salihiyê dijî diyar kir ku berê trî têra debara malbata wan û cîranan dikir, lê êdî wekî berê trî nayê çandin û debara wan nake. Osman Zengin, destnîşan kir ku berê sereke çavkaniya debarê bû, lê êdî wekî berê rezên tirî nayên çandin û ev çanda çandinî û hilberîna tirî nayê kirin. Zengin, da zanîn ku trî di aliyê çand, debar, tenduristî, aborî û kalîte de triyekî mînak û dîrokî ye, lê îro ji ber ku êdî qîmeta wî nayê zanîn ber bi tunebûnê ve diçe. Rençbera rezên trî Zeynep Zengin jî destnîşan kir ku rezên tirî hem çavkaniya debarê û hem jî çavkaniya jiyana komun û civakî bû û wiha got: "Ji ber ku wekî berê rez nayên çandin û tirî nayê komkirin jiyana komun û hevpar jî wekî berê nemaye. Çandiniya rezên trî û komkirina trî bi xwe re jiyana komun û hevpar ava dikir. Lê êdî ew çand û jiyana wekî berê nemaye û ji wateya xwe dûr dikeve. Kîloya trî bi 5 TL ye Triyê ku wekî marka ye û pir hindik tê dîtin kîloya wî bi 5 TL tê firotin. Lê ji bo pêşxistin, çandin û parastina cureyê tiriyê erdîşê tu amadekarî û xebat nayê kirin. (mae) 06.10.2016 - 10:14:36