Di 2 mehan de 3 caran bi ser mala Uykur de girtin 2016-10-06 16:25:20 ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cîzirê tîmên taybet di nava 2 mehan de 3 caran bi ser mala Uykur de digirin û camên derî û şibakên malbatê dişkînin. Li navçeya Cizîra Şirnexê hêzên dewletê di nava 2 mehan de 3 car in bi ser mala welatiyê bi navê Ahmet Uykur de digirin. Ligel ku li malê tu kes tuneye jî tîmên taybet bi gelek wesayîtên zirxî li ser mala Uykur a taxa Nûrê de digirin. Tîmên taybet bi balyozan derî û şibakên malê dişkîn, dikevin hindirê malê û malê ser û bin dikin. Xwediyê malê Ahmet Uykur ku derveyî bajar e diyar kir ku polîsên bi ser mala wan de digirin ligel ku dizanin tu kes li malê tuneye jî deriyê mala wan dişkînin û pirsa xwediyê malê li cîranan wan dikin. (kom/no)