Rûniştina Turker û Kizilkaya hat taloqkirin 2016-10-06 16:05:58 STENBOL (DÎHA) - Rûniştina doza Rojnameger Yildirim Turker ku piştgirî dabû Rojnameya Ozgur Gundemê û Midûrê Karê Nivîsan ê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya hat taloqkirin. Rûniştina doza rojnameger Yildirim Turker ku beşdarî "Nobeta Gerînendeya Giştî ya Weşanê" ya Ozgur Gundemê bû û Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameyê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Rûniştina doza Turker û Kizilkaya ku bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" tên darizandin derketin pêşberî dadger. Turker beşdarî rûniştinê nebû. Lê rojnameger Kizilkaya amade bû. Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê rûniştina dozê taloqî 24'ê Mijdarê kir. (mae)