Parêzer derketin pêşberî dadgehê 2016-10-06 16:02:04 STENBOL (DÎHA) - 19 parêzerên ku qatlîama Enqereyê şermezar kirin û der barê wan de doz hate vekirin derketin pêşberî dadgehê. 19 parêzerên ku endamên OHD, EHB û ÇHD'ê yên ku qatlîama 10'ê cotmehê ya Enqereyê şermezar kirin û der barê wan de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" û "heqeret li serokomar kirine" doz hate vekirin li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê derketin pêşberî dadgehê. 'Qadên me yên xebatê edliye ye' Piştî tespîtkirina nasnameyan parêzerê parêzeran Ebru Tîmtîk ji bo parêzerên tên darizandin daxwaza beraetê kir. Tîmtîk anî ziman ku edliyê qadên kar ên parêzeran e û wiha axivî: "Wekî dozger û dadgehar qadên me yê qebatê jî edliye ye. Ev der cihê karê me ye. Çawa dadger û dozger li qadan dikarin kokteylê pêk bînin em jî dikarin daxuyaniyê bidin." Daxwaza beraetê hat redkirin Piştre dozger daxwaza parêzeran a beraetê red kir. Parêzer Tîmtîk îtirazî biryarê kir. Piştre parêzer Evren Îçler axivî û anî ziman ku di girtekan de tê gotin ku parêzer piştî daxuyaniyê belav bûne lê di îdianameyê de tê gotin "meqawemet" kirine. Heyetê piştî navber da û biryara temaşekirina dîmenan da û doz taloqî 20'ê kanûnê kir. (sa)