Rojnamegeran starta çalakiyên 'edalet û azadiyê' dan 2016-10-06 15:01:12 STENBOL (DÎHA) - Rêxistinên ked û demokrasiyê, rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê li dijî binçavkirin û girtinên ku bi OHAL'ê re zêde bûn li ber Edliyeya Stenbolê starta çalakiyên "edalet û azadiyê" dan û daxuyandin dê ji 18'ê cotmehê pê ve nobetên Sêşemê bigirin. Rêxistinên ked û demokrasiyê, rêxistinên pîşeyî yên rojnamgeriyê li dijî binçavkirin û girtinên ku bi OHAL'ê re zêde bûn li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê starta çalakiyên "edalet û azadiyê" dan. Di çalakiya ku pankarta "Em edalet û azadiyê dixwazin" hav vekirin de dirşûma "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" hat berzkirin. Di çalakiyê de ewil Serokê Giştî lê Basîn-Îş'ê ya DÎSK'ê Faruk Eren axivî û diyar kir ku zêdetirî 100 rojnamger girtî ne, rewşenbîr û nûnerên rêxistinên pîşeyî bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) bi awayeke bê hiqûqî ji kar tên avêtin, avahiyên rojname û televîzyonan rastî serdegirtinan tên û nirxandina "Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di asta herî jêr de ye" kir. 'Bi KHK'an ve darbe tê kirin' Endama Lijneya Rêveber a Odeya Tabîban a Stenbolê Încîlay Erdogan jî anî ziman ku ji ber ku li Geziyê alîkarî dane birîndaran ji kar hatine avêtin, der barê wan de doz hatiye vekirin û wiha axivî: "Li kû derê jiyanek mijara gotinê be em ê li wir bin. Bi KHK'an ve darbe tê kirin. Ji karavêtin tenê pirsgirêka me nîne astengkirina mafê tenduristiyê ya gel e. Em ê di her şertê de xizmeta tenduristiyê bidin." 'Em ê vegerin' Kordînatora Weşanê ya Ozgur Radyo Derya Okatan jî bi bîr xist ku deriyên radyo û televîzyonan hatine kilîtkirin. Okatan bilê kir ku pêkanîn nehiqûqî bû û wiha berdewam kir: "Ji ber vê yekê me deriyê xwe venekir û li hundir hatin derbkirin û binçavkirin. Darbekar çawa ketin CNN Turkê bi wî rengî hatin cem me jî. Berê jî 5 caran radyoya me hate girtin lê her carê em vegeriyan em ê dîsa bên li benda me be Stenbol." Bal kişand li ser binpêkirinên mafan Serokê TGS'ê Ugur Guç ê ku daxuyaniya hevpar xwend jî diyar kir ku rewşekî hiqûqî ya OHAL'ê tuneye. Guç bal kişand li ser binpêkirinên mafan jî û ev agahî da: "40 hezar kes hatin binçavkirin, 20 hezar kes hatin girtin, 80 hezar kes ji kar hatin durxistin, 45 rojname, 24 radyo, 18 televîzyon, 15 kovar, 29 weşanşane, 3 ajans hatin girtin. 100 rojnameger hatin binçavkirin, 37 rojnameger hatin girtin. Niha 93 rojnameger girtî ne. Qeyûm tayînî 28 şaredariyan kirin. Li hin bajaran keyayên kurd ji kar hatin avêtin. Bi tevahî 154 saziyên çapemeniyê hatin girtin. Zêdetirê 3 hezar xebatkarên çapemeniyê bêkar man. 200 kedkarên cemaweriyê yên endamê KESK'ê ji kar hatin avêtin bi temamî 11 hezar û 301 kedkarên perwerdehiyê ji kar hatin durxistin." Rojên Sêşemê nobeta edaletê Guç anî ziman ku wan wekî rêxistinên ked û demokrasiyê, rêxistinên pîşeyî yên rojnamgeriyê li dijî binçavkirin û girtinên ku bi OHAL'ê re zêde bûn li ber Edliyeya Stenbolê starta çalakiyên "edalet û azadiyê" dan û ji 18'ê Cotmehê pêve her Sêşemê dê li ber Edliyeya Stenbolê bên cem hev û çalakî li dar bixin. Çalakiya ku qasî saetekî berdewam kir bi dirûşm û çepikan bi dawî bû. (sa)